Halê civaka musteheqa musîbetê- Rauf KARAKOÇAN

Halê civaka musteheqa musîbetê- Rauf KARAKOÇAN
10 hezîran, 2022   00:47

Piraniya civaka Tirkiyê ji desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bêzar bûye. Hema hema her kes jê aciz e. Roja ku AKP hat ser desthilatê, wê rojê kevir bi ser civakê de barîn. Haya hinekan zû jê çêbû, hinek mîna beqa di avê de heta ku av keliya û êdî bi xwe jî tê de pijiya, ew kevir dît.

Cara ewilî tevgera azadiyê ya Kurd fêm kir ku hikumeta AKP'ê feraseta xwe vedişêre. Pêngava 1’ê Hezîrana 2004'an, biryara berxwedana li dijî desthilata AKP'ê ya faşist bû, mînaka herî şênber a vê yekê ye. Retorîka wan a li ser derewan her ku çû aşkera bû. Ya ku rûyê rast ê AKP'ê ji zû de raxist ber çavan û derxiste holê PKK ye. Lê mixabin analîzên serok Apo yên der barê civakê de, hişyarî, pêşniyar û perspektîfên wê yên çareseriyê baş nehatin nirxandin.

Heke mirov hinekî bala xwe bide notên hevdîtinên li Îmraliyê, ev roj berê jî hatibûn dîtin. Ev ne kehanet e, lê pêşdîtinek, analîzeke gelekî baş a li ser şert û mercan, zanabûneke dîrokî ya bêhempa, xwendineke baş a siyasetê, analîzeke baş a modernîteya kapîtalîst û sîstemên netewedewletê ye. Ev hemû ji bo gelên Tirkiyê, aliyên siyasî û heta hikumetê û hemû kesên li vê cografyayê dijîn, bangewazî bû.

Di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de li dijî serok Apo şertên tecrîda giran dest pê kirin, di heman demê de planên îmhakirina gerîla çêkirin. Dora wan kesan bû ku guh nedidan tiştên ku serok Apo di van rojan de gotibûn û êdî civakê nekarî bêhnê jî bistîne. Birçîbûnê dest pê kir, perîşanî zêde bû û xwekuştinên kesên bêçare gelekî zêde bûn. Dîktator Erdogan bi gotina 'ev hê rojên xweş in' rêya xwe diyar kiribû. Niha êdî dema rojên xirab e. Bi awayekî bêperwa destdirêjiyê li hemû hesasiyetên civakê dikin.

Yên ku guh nedan rûdanên li erdnîgariya Kurdan û xemsarî dikir, niha dest bi girî kiriye û bi xwe gilî û gazinan dikin. Ewên ku guh nedan şîretên Kurdan, ji ber musîbetên têne serê wan jî tenê gazinan dikin. Ev helwest dê têrê neke ku faşîzmê bisekinîne. Desthilata faşîst êrişkartir bûye. Mudaxaleya rasterast a li şêwazê jiyanê yê civakê dest pê kiriye.

Ji bo afirandina civakeke gendel û dejenere, zend û bend badane. Di vî warî de endezyariyeke civakî tê meşandin. Di dema AKP'ê de olperestî gelekî zêde bû. Ji bo komên terorê yên îslamî yên herî paşverû yên li Rojhilata Navîn, Tirkiye kirine navend. Êrişên li dijî hunermendan û hunerê, ji bo sazkirina jiyana li gorî îslama radîkal a bi şerîat, ji bo wan lazimiyek e. Qedexekirina muzîkê mînaka vê ya herî berbiçav e. Sîstema ekolojiyê ya welêt hilweşiyaye û êdî kes nikare nîqaş bike jî. Tevî ku qirkirina xwezayê ew çend berbelav bûye jî, ji dengên qels wêdetir tiştek nîn e. Ji ber ku armanvên civakê hatin guhertin. Tengasiyên aborî, mirov xistin rewşeke herî giran.

Hemû aliyên muxalîf pênaseyeke Tirkiyê ya ber bi hilweşînê ve diçe, dikin. Ev tespît heta astekê rast in lê kêm in û rêbazên têkoşînê jî şaş in. Heta ku ji wê biryardariyê neçe ku meseleya rasteqîn a ku Tirkiye aniye vê dewletê gelê Kurd e, ji çareseriya pirsgirêkê bê par in. Hê jî ji rastiya pirsgirêkê dûr in. Bendewariya ji muxalefetê jî bendewariyeke pûç e. Li Tirkiyê ku ber bi hilbijartinan ve diçe, hikumet despottir bûye, helwesta muxalefetê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn hê ne zelal e. Heta ku li Tirkiyê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, dê ji bo civakê rewşekê çêkin ku musîbeta heyî heq kiriye. 

Desthilata faşîst hewl dide civakê bi birçîbûnê terbiye bike û çavkaniyên aborî ji bo şer seferber dike. Êrişî tevgera azadiyê ya Kurd dike û hewl dide Rojava dagir bike. Heta ku gelên Tirkiyê li pêşiya van êrişan nesekinin, wê gelekî hejar bibin û gendelî û dejenerebûn dê girantir bibe. Aliyên muxalîf ên radîkal têra xwe tev nagerin. Tenê dema dora wan tê dengê xwe bilind dikin û gilî dikin lê ev jî têrê nake. Ji ber ku têkoşîn hevpar nîn e. Hêza xwe nakin yek û bala xwe nadin ser armanca sereke. Ji ber vê yekê jî têkoşîn encamekê nade.

Heke hikumetek ji şer, xwîn û komkujiyê têr dibe, wê demê yekane tişta divê li dijî wê were kirin, têkbirina çavkaniyên wê ye. Pêşîgirtina li şer e. Heta ku ev şerê ku dibe sedema xizaniyê nesekine, dê nekarin ji faşîzma AKP-MHP'ê ya tengavbûyî rizgar bibin.

Divê were zanîn ku desthilata faşîst a AKP-MHP'ê ji bo ku li ser pêyan bimîne dê her cure xirabiyê bike. Divê were zanîn ku her roj bi dehan mirov tên girtin, êriş û îşkence li wan tê kirin lê dê ev yek jî têra wan neke. Heke serdemek wekî ya beriya derbeya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî dest pê bike ku her roj bi cînayetan hewl didan civakê bêzar bikin û pê re jî dîl bigirin, ev yek dê ne kehanet be.