​​​​​​​'Bêyî çareseriya siyasî nakokoyên têkildarî petrolê yên Bexda û Hewlêrê çareser nabin'

Nakokiyên di navbera hikumta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Federal a Iraqê de yên derbarê dosyayên petrol û gazê de careke din derketin pêş. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ragihand ku qanûna petrolê hîna di pratîkê de ye bêyî ku çareseriyeke mayînde jê re were dîtin. Lêkolînerekî iraqî jî diyar kir ku çareserî di pêkanîna qanûna petrol û gazê ya hikumeta federal de ye û diyar kir ku bêyî bidawîkirina xetimîna siyasî de çareserî nepêkan e.

​​​​​​​'Bêyî çareseriya siyasî nakokoyên têkildarî petrolê yên Bexda û Hewlêrê çareser nabin'
10 hezîran, 2022   04:31
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Di demên dawî de hikumeta Başûrê Kurdistanê ragihand ku qanûna petrolê ya herêmê hîna di meryetê de ye û biryara Dadgeha Federal a ku di Sibata borî de hatibû derxistin, red kir. Li ser vê yekê nakokiyên li ser mijarê di navbera herdu aliyan de zêde bûn.

Hikumeta Federal a Iraqê di 15'ê Sibata borî de biryara derxist, tê de ragihand ku qanûna petrol û gazê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê ne qanûnî ye û li dijî destûra hikumeta federal a Iraqê ye.

Aliyên iraqî jî biryara dadagehê erênî nirxandin û destnîşan kir ku ev biryar li gorî destûra Iraqê ye, heman demê li gorî qanûnên salane yên têkildarî budceyan e. Li gorî qanûna hikumeta federal, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê dahatên firotina petrolê radestî hikumeta navendî bike, li beramberî ku hikumeta navendî mafên Başûrê Kurdistanê ji çavkaniyên giştî misoger bike.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê bêyî ku hewl bide aloziya petrolê çareser bike, biryarek derxist ku pirsgirêkê mezintir dike.

Meclisa Dozgeriya Giştî ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê roja Şemiyê ragihand " Mafê Hikumeta Navendî ya Bexdayê tuneye ku qanûna petrol û gaza herêmê betal bike. Ev tê wateya ku wê qanûn dewam bike."

HIKUMETA HEWLÊRÊ LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE DESTÛRÊ ŞÎROVE DIKE

Li gorî daxuyaniya Meclisa Dozgeriyê ya Hikumeta Federal a Iraqê "Hewlêr îdia dike ku kiryarên wê yên girdayî petrol û gazê li gorî destûra Iraqê ya sala 2005'an e û bendên qanûna petrol û gazê lêgerîn, berhem û hinartina petrol û gazê ji taybetmendiya desthilatên federalî nehatine diyarkirin, wek ku di madeya 110 a destûra Iraqê de hatiye diyarkirin, lewma jî bendên qanûna petrol û gazê aktîv dibînin."

Lê hin madeyên di destûra Iraqê de îdiayên hikumeta Hewlêrê red dikin. Di madeya 111 an destûra Iraqê e tê gotin; petrol û gaz milkê tevahî gelê Iraqê li tevahî herêm û parêzgehan in. Di madeya 112'an de jî tê gotin, hikumeta federal petrol û gaza ku ji zeviyan derdixe bi hikumetên herêmê û parêzgehên berhemhêner re birêve dibe, bi şertê ku îthalata wan bi awayekî wekhev li gorî dabeşkirina nifûsê were belavkirin. Her wiha, hikumeta federal, hikumetên herêmê û parêzgehên berhemhêner bi hev re siyasetên stratejîk yên pêwîst ji bo pêşxistina berhemên petorl û gazê bi awayekî wekhev saz bikin ku herî zêde sûdê li gelê Iraqê bike.

Li gorî şîrovekaran, PDK'ê destûrê li gorî berjewendiyên xwe yên partiyetî, ne li gorî berjewendiyên Iraq a aborî şîrove dike. Her wiha diyar dikin ku PDK'ê madeyê wiha şîrove dike; Kurd beşek ji gelê Iraqê ye û mafê wê ye ku petrol li Başûrê Kurdistanê bi rêve bibe.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK'ê ku dest daniye ser berhemên ser erd û binerd ên herêmê, ji bo pêşxistina zeviyên petrolê yên ku rojane derdora 500 hezar bermîl petrol derdixîne, gelek peyman bi şirîketên petrolê yên mezin ên cîhanê mîna Exxon Mobil, Rosneft û Genel re pêk anîn.

Hikumeta Başrûrê Kurdistanê rojane derdora 500 hezar bermîl petrol difroşe, lê rewşa debarê ya xelkên li wir gelek dijwar e. Li gel wê gendelî di saziyên hikumetê Başûr de de belav bûye.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê bêyî hikumeta federal zêdetirî 50 peymanên îstîsmarkirina petrol û gazê îmze kirine.

Li gorî raporên çapemeniyê, hikumeta Başûrê Kurdistanê salê nêzî 8 milyar dolar dahata petrolê werdigire û ji nîvê wan zêdetir ji şîrketên ku petrolê derdixin re diçe, di heman demê de nayê zanîn ku dahatên mayî çawa tên belavkirin an jî li ku derê tên razemenîkirin, nemaze ji ber ku ev dahat di pêşxistina herêmê de nayê bikaranîn.

Di van raporan de behsa gendelîyeke mezin di sektorên petrol û gazê de li herêmê tê kirin ku şîrket û dewletên ku sûd ji nebûna çavdêriya hikumetê li ser xebatên derxistinê û hinartinê û buhayên firotanê digirin, desteka wê dikin. Her wiha hate eşkerekirin ku piştî komsîyonên mezin bidin malbatên siyasî yên hegemonîk, wê demê şîrketên petrol û gazê dikarin peymana razemenîkirinê îmze bikin.

Gelek analîzvan dibêjin, dewleta Tirk a dagirker rasterast destekeke dide hikumeta Başûrê Kurdistanê da ku rojane bi sed hezaran bermîlên mazotê bi rêya bendara Ceyhan a Tirkiyê hinarte bike. Lê gelek aliyên iraqî Enqereyê tawanbar dikin ku, ew bi vê yekê dixwaze têkiliyên hikumeta Iraqê bi Hewlêrê re nakok bike, da ku petrolê bi erzanî bi dest bixe.

`HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DI DOSYAYA PETROLÊ DE FILEBAZIYÊ DIKE`

Lêkolînerê iraqî yê karûbarên aborî û siyasî Nebîl Cebar El-Elî got: "Ez bawer dikim ku rayedarên Başûrê Kurdistanê ji bo ji biryara Dadgeha Federal a der barê rewabûna qanûna petrol û gazê de ku parlamentoya Başûrê Kurdistanê derxistiye, birevin, filebaziyê dikin. Jê bikaranîna biryarên ku dadgeha Başûrê Kurdistanê girtine, li dijî biryara dadgeha federal bi xwe.”

El-Elî wiha domand: “Yan jî bikaranîna diyaloga siyasî bi rêya şandina şandeyan bo Bexdayê da ku bi aliyên siyasî re diyalogê bikin û bigihêjin çareseriyeke siyasî ku hevkêşiya zexta qanûnî ya li dijî tevgera bazirganî ya petrolê ya Başûrê Kurdistanê biguhere.”

PDK`ê bi rêbazên cuda hewl dide bi rêya naskirina nedestûrîbûna qanûna petrol û gazê xwe ji nava pirsgirêka ku Dadgeha Federal daniye, derxe. El-Elî têkildarî vê yekê got: "Her çiqas nakokî ji aliyê partiyên kurdî ve bê gurkirin, lê ev alî dê di nava pirsgirêkeke qanûnî de bimînin. Herî zêde ku Başûrê Kurdistanê karibe bidest bixe jî, çarçoveya rawestandina beşî ya girtekên federalî derbas nake ku Wezareta Petrolê û Saziyên Federal ên din li dijî xebatên hilberîn û hinartekirina petrolê ya domdar, digirin."

` ÇARESERÎ DI QANÛNA PETROL Û GAZÊ A DESTÛRA IRAQÊ DE YE`

Li gorî El-Elî, çareseriya bidawîkirina nakokiya petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di sazkirina qanûna petrol û gazê ya federal de di bin sîwana destûra Iraqê de nixumandî ye ku rêveberî, hilberandin û hinartekirina petrolê li hemû zeviyên Iraqê di nav de yên Başûrê Kurdistanê bi rêxisin dike.

El-Elî wiha domand: ''Madem xitimîna siyasî li Iraqê û nakokiya avakirina hikumetê berdewam e, tu şert û mercên jeosiyasî ji bo pêkanîna vê qanûnê peyda nabe.''

`NAKOKIYÊN SIYASÎ LI PAŞ GURBÛNA ALOZIYA PETROLÊ YE`

Di gavekê de ku wekî bersivekê ji biryara Meclisa Dadwer a Hikumeta Başûrê Kurdistanê re tê dîtin û tê de got ku qanûna petrolê hê jî di meriyetê de ye, endamekî Îtîlafa Dewleta Yasa bi rêya parêzer Mihemed El-Saadî ji bo jihevxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi serkêşiya Mesûd Barzanî, li Dadgeha Federal doz vekir bi tawana nepêkanîna biryara Dadgeha Federal a têkildarî petrolê.

El-Elî got: "Aliyên siyasî yên dijber îro sûdê ji her binpêkirineke qanûn û destûrê werdigirin, ji ber vê yekê Îtîlafa Dewleta Yasa yan jî endamekî wê doz û îdiayên li dijî dadweriya Iraqê û Dadgeha Federal ji bo dosyakirina darizandina tawanan bi kar anîn, da ku doz li dijî PDK`ê veke. Ji ber ku PDK`ê ne li gorî rêgezên destûrî û qanûnî yên di meriyetê de tev digere û di nav de Qanûna Partiyê jî heye."

Ne pêkane ku nakokiyên aborî ji siyaseî bên cudakirin bi taybet dosyeya serokkomar ku deriyekî çareserkirina aloziya siyasî û avakirina hikumetê ye. Analîzvan bawer dikin ku biryarên vê dawiyê li ser dosyaya petrolê di vê demê de, tê wateya pêkanîna zextê li PDK'ê der barê dosyeya serokatiyê de ku ji ber serhişkiya wê ev mijar nehatiye çareserkirin. Ruxmî ku ev erk ji mafê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Her wiha El-Elî destnîşan kir ku aliyên siyasî hemû rêbazên heyî bikar tînin di sêrî de amûrên dadwerî, doz û gilî, da ku aliyên din neçar bikin ku li ser maseya diyaloga siyasî rûnin.

Lêkolînerê Iraqî yê karûbarên aborî û siyasî Nebîl Cebar El-Elî wiha got: "Piştî ku aliyên dijber ji bo diyalog û danûstandinê li ser maseyê rûnin jî, dê dem paşde vegere bi taybet têkildarî dosyayên ku dadgehên têkildarî biryar li ser girtine di nav de Dadgeha Federal heye. Nexasim dosyayên têkildarî petrol û gaza li Başûrê Kurdistanê tê hilberandin û hinartekirin."

(şx)

ANHA