ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2022
9 hezîran, 2022   23:00

-Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi navê "Êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel qanûnên cezayan ên navneteweyî" semînerekî li navçeya Dirbêsiyê dide, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bijîşk û gelê Kurdistanê bi giştî ji tenduristiya rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ditirsin ku ev yek modela polîtîka û binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst e û bi taybet di 73 saliya xwe de. Di heman demê de rayedarên mafên mirovan diyar dikin ku pêwîste komîteyên bijîşkan bişînin Îmraliyê da ku di zûtirîn dem de rewşa tenduristiya wî bişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî diyar kir ku hemû pêkhateyên QSD’ê destnîşan dikin ku li dijî êrişekê muhtemel a dewleta Tirk a dagirker divê şerekî giştî were kirin û got “Divê hikumeta Şamê bibe xwedî helwesteke leşkerî a aktîf.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Xalid Îbrahîm diyar kir ku PKK`ê têkoşîna siyasî, civakî, exlaqî û aborî dike, ev têkoşîn nûnertiya têkoşîna gelên Rojhilata Navîn dike. Her wiha anî ziman ku  tawanên terorê yên li hemberî wê tê wateya tawanbarkirina gelên Rojhilata Navîn bi terorê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nakokiyên di navbera hikumta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Federal a Iraqê de yên derbarê dosyayên petrol û gazê de careke din derketin pêş. Hikumeta Başûrê Kurdistanê ragihand ku qanûna petrolê hîna di pratîkê de ye bêyî ku çareseriyeke mayînde jê re were dîtin. Lêkolînerekî iraqî jî diyar kir ku çareserî di pêkanîna qanûna petrol û gazê ya hikumeta federal de ye û diyar kir ku bêyî bidawîkirina xetimîna siyasî de çareserî nepêkan e. (BI WÊNE).

- Emîne Osê diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî projeya rejîma Tirk a dagirker a bicihkirina milyoneke penaberên sûrî û dagirkeriyeke nû ya muhtemel xebateke diplomatîk a berfireh pêk tîne. Her wiha hişyarî da ku ji ber polîtîkayên Tirkiyê Sûriyê bi xeteriya parçebûnê re rû bi rû ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dirbêsiyê xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên li dijî dagirkeriya Tirk wek bertekeke normal ji ber tinebûna aramiyê li herêmê bi nav kir û daxwaz kirin ku derketinên li dijî dagirkeriyê zêdetir bibin heta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Heta ku dewleta Tirk xeyal dike ku Til Rifet dagir bike da ku xewnên xwe bi hinceta parastina ewlehiya netewyî pêk bîne, lê belê gotinê dawî ya şêniyên herêmê ew jî ku berxwedan rêya yekane ya têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker di sala 2019`an de Serêkaniyê dagir kir, êrişên wê li ser navçeya Zirgan nehatine rawestandin. Şêniyên herêmî di nava amadekariyan de dijîn. Hevserokê navçeyê got meclisa navçeyê ji wê demê û heta îro derbasî rewşa awarte bûye û li gorî wê xizmeta şêniyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnamevaneke lubnanî pesnê rêbazê jiyana hevbeş û rola jinê ya sereke di şoreşa ‎Bakur û Rojhilatê Sûriye de da û bang li ragihandinê kir ku bal bikşînin ser şoreş û ‎doza kurdî.‎ (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Piraniya civaka Tirkiyê ji desthilata faşîst a AKP-MHP'ê bêzar bûye. Hema hema her kes jê aciz e. Roja ku AKP hat ser desthilatê, wê rojê kevir bi ser civakê de barîn. Haya hinekan zû jê çêbû, hinek mîna beqa di avê de heta ku av keliya û êdî bi xwe jî tê de pijiya, ew kevir dît.

JIN

- Jinên êzidî piştrast kirin ku ew nahêlin komkuji careke din li dijî civaka êzidî dubare bibe, her wiha diyar kirin ku dê rêya têkoşînê bişopînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA