​​​​​​​Rêveberiya Biden pêwendiya bi gelê Filistînê re vegerand

Rêveberiya Amerîkayê  pêwendiya bi gelê Filistînê re vegerand ku serokê berê Donald Trump qut kiribû.

​​​​​​​Rêveberiya Biden pêwendiya bi gelê Filistînê re vegerand
9 hezîran, 2022   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro beriya serdana muhtemel a Bidn bo Îsraîl û Difa El-Xerbeiye ev gav hate ragihandin.

Ev gav tê wateya ku filistînî dê yekser bi Wezareta Karên Derve ya Washingtonê re bidin û bistînin li şûna ku serî li balyozxaneya Amerîkayê ya li Îsraîlê bidin.

Ji ber wê jî Yekitiya Kar û Barên Filistînê ya berê navê xwe guhert û kir Nivîsgeha Kar û Barên Filistîniyan a DYA`yê.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de got armanc ji vê pêngavê xurtkirina r diplomasiya giştî ye.

(bx)