Yekitiyên civaka sivîl ên Minbicê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin

Yekitiyên civaka sivîl ên Minbicê bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir ku gef û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê, siyaseta mêtingeriyê û feraseta wê ya li dijî gelan temsîl dike.

Yekitiyên civaka sivîl ên Minbicê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Yekitiyên civaka sivîl ên Minbicê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
Yekitiyên civaka sivîl ên Minbicê gefên dagirkeriya Tirk şermezar kirin
9 hezîran, 2022   12:29
MINBIC

Endamê Yekitiya Mamosteyan a Minbicê Ebdurehman Hemûd bi beşdarbûna endamên Yekitiya Mamosteyan û Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê li navenda Yekitiya Rewşenbîran a li rojavayê Minbicê, daxuyanî xwend. Hevseroka Yekitiya Ajokaran a Minbicê Fatima El-Berho jî li geraca başûrê bajêr bi amadebûna endamên Yekitiya Ajokaran û Yekitiya Kedkaran a Minbicê daxuyanî xwend. Li Nexweşxaneya Firatê jî daxuyanî ji aliyê hevserokê Yekitiya Endezyaran a Minbicê Îsmaîl Qetwan ve tevî amadebûna endamên Yekitiya Endezyaran û Yekitiya Dermanfiroş û Bijîşkan, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku destdirêjî û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetên Tirkiyê yên mêtingeriyê û feraseta wê ya sûcan li djî gelên herêmê temsîl dike.

Her wiha hate diyarkirin ku ew ê her tim li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin, yên ku gel diparêzin û aramî û îstiqrarê li herêmê peyda dikin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi gefên nû yên dagirkeriya Tirk hate kirini û hate gotin: “Em van gefan ku armanc jê têkbirina ewlehiyê, talankirina erdê û xêr û bêrên gelê me ye, red dikin. Heta dilopa dawîn a xwîna xwe em ê li dijî vî dijminî li ber xwe bidin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li hêz û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hemberî destdirêjî û diminahiya dewleta Tirk a li dijî herêmê xwedî helwest bin. Em dev ji xaka xwe bernadin, em ê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî li ber xwe bidin.”

ANHA