Rojnamegerên destgîrkirî xistin hucreyên yek kesî

20 rojnamegerên ku duh di encama serdegirtina polîsên Tirk de li Amedê hatibûn destgîrkirin, xistin hucreyên yek kesî û destûr nayê dayîn ku parêzer xwe bigihînin dosyayên wan.

Rojnamegerên destgîrkirî xistin hucreyên yek kesî
9 hezîran, 2022   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan 8'ê Hezîranê roja Çarşemê bi biryara Serdozgeriya Komarê hatin destgîrkirin.

Ji 21 kesên ku 20 ji wan rojnamevan in, li hucreyên yek kesî hatine bicihkirin û destûr nayê dayin ku parêzer xwe bigihînin dosyayên wan. Nehat eşkerekirin ku rojnamevan bi çi hatine tawanbarkirin.

Navên rojnamevanên hatine destgîrkirin wiha ne: Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de Feynaz Koçuk jî li Gebzeyê hatibû destgîrkirin.