Artêşa Tirk mizgefta gundê Catê yê Minbicê topbaran kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, artêş Tirk a dagirker mizgefta gundê Cat ê bakurê rojhilatê Minbicê tobparan kir, di encamê de ziyan çêbûn.

Artêşa Tirk mizgefta gundê Catê yê Minbicê topbaran kir
9 hezîran, 2022   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî got, artêşa Tirk a dagirker bi hedefgirtina welatiyan ve sînordar nema, lê belê perestgerhan jî dide ber topan.

Meclisê teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva berê mizgefta gundê Catê bi du moşekan kir hedef, di encamê de zirarên mezin çêbûn.

 (eh)