Hunermend û rewşenbîr: Em ê li hember êrişan tê bikoşin

Hunermend û rewşenbîrên bajarê Kobanê diyar kir ku Erdogan bi rêya êrişên li dijî herêmên Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide dema hikmê xwe dirêj bike û gotin dê li hember wê xeta têkoşînê dewam bikin û heta serkeftinê bi berxwedana gerîla re bin.

Hunermend û rewşenbîr: Em ê li hember êrişan tê bikoşin
9 hezîran, 2022   06:17
KOBANÊ

Têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, welatî nerazîbûnên xwe nîşan didin, ji wan endam û rêveberên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê.

Helbestvan û endamê Navenda Baqaî Xido Mihemed Misê (Hemê Kobanê) axivî û got: "Di dîrokê de dewleta Tirk a dagirker li ser bingeha hişmendiya dagirker û faşîst hatiye avakirin. Lewre dixwaze li her derê gelê Kurd qir bike. Erdogan li Ukraynayê xwe wekî parêzvanê aştiyê dide xuyakirin her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê şer û wêrankirinê pêk tîne."

Mihemed Misê wiha axaftina xwe dewam kir: "Erdogan dixwaze bi êriş û şerê li dijî herêmên kurdî dema hikmê xwe dirêj bike, di heman demê de gelê xwe bê deng bike û her tim herêmên Başûr, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike armanc, lê ruxmî li dijî çiyayên Kurdistanê êrişên hovane pêk tîne, Erdogan û partiya xwe di bicihkirina armancên xwe de bi bin ketin."

Têkildarî bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişan Hemê Kobanê ev nirxandin kir: "Bêdengiya civata navneteweyî bi taybet NATO û Amerîka ya têkildarî êrişên li dijî herêmên Kurdistanê, me dît çi bi serê Sedam Hisên hat, hem jî Amerîka û NATO`yê piştgiriya wî dikirin piştre jî li ser sûcê li dijî Kurdên Başûr hate darvekirin."

Hemê îşaret bi berxwedanê kir û got: "Çiqasî dewleta Tirk a dagirker li herêman û çiyayên Kurdistanê êrişî gelê Kurd bike jî ew ê bi bin bikeve, ji ber ku gelê me xurt e û li ser bingeha fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dike. Gelê Kurd aştîxwaz e û li her derê ji bo azadî û demokrasiyê têk dikoşe."

Endama rêveber û lîstikvana şanoyê ya Navenda Baqî Xido Leyla Ehmed têkildarî mijarê axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û kîmyewî êrişî herêmên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê dike,  ruxmî dizane çekên qedexekirî çiqasî bandorê li mirovahiyê, sewal û nebatan dike, lê bikar tîne."

'DI NAVBERA TIRKIYÊ Û PDK`Ê Û NATO`YÊ DE HEVKARÎ HEYE`

Leyle destnîşan kir ku êrişên li ser Başûr bi hevbeşiya PDK`ê û NATO`yê pêk tên, lewma li hember van sûcan bê deng in, bi taybet li hember bikaranîna artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî û yên qedexekirî.

Leyle di dawiyê de anî ziman ku li dijî van êrişan ew xwe naspêrin tu hêzên derve û hewl didin li tevahiya cîhanê aştiyê mîsoger bibe û şer bi dawî bibe.

Hunermend Henîf Ismet jî axivî û got: "Li dijî me komployek heye û şerê li dijî çiyayên Kurdistanê qirkirina çanda kurdî dike armanc, lê çi bikin jî ew ê bi ser nekevin ji ber ku Kurd wekî daran e her ku çiqilkek hate jêkirin bi sedan şax didin."

Henîfî Ismet diyar kir ku ger ew îro nikaribin hebûna xwe neparêzin, gelo wê kî biparêze û wiha dewam kir: "Helbet ew ê tu kes parastina me neke, berovajî wê ew ê ji hemû aliyan ve êrişî me bikin. Lewma ez dibêjim, destek bi tenê li çepika naxe û divê li hember van êrişan em hevgirtina xwe ava bikin."

Henîfî Ismet di dawiyê de bang li hunermendên Kurd kir ku dengê xwe bigihînin cîhanê û bi stranên xwe behsa doz û zilma li ser Kurdan bikin.

'JI ERKA ME YE EM PIŞTGIRIYA ŞOREŞA KURDAN BIKIN'

Hunermend û endamê Koma Botan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê Henîf Osman jî axivî û got: "Divê hunermend îro piştgiriya gelê xwe bike û wîjdanê cîhanê li ser destana Kurd a li dijî dijminan dinivîse, hişyar bikin."

Osman destnîşan kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê hunermend girêdayî şoreşê ne û ji erka wan e li dijî dijmin, piştgiriya şoreşa Kurdan bikin, ji ber ku ew xwediyê doz û xakê ne.

Osman di dawiyê de xîtabî Kurdan kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Îro wîjdanê cîhanê li ser pêkanîna rola xwe ya bidawîkirina şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan, tune ye lewma divê îro Kurd nameya xwe bigihînin cîhanê ku hûn, gelek partîzan e û bi tu tiştî bandor nabe."

(eh)

ANHA