Rojnameyên erebî: Ewropa li ser xerabbûna mafên mirovan li Tirkiyê hişyarî da

Rojnameyêna erebî yên îro derketine, behs kir ku Washington cezayan li ser hikumeta Şamê ranake, serweriya qanûnê li Tirkiyê têk çûye û krîza petrolê di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û Dadgeha Federal a Iraqê de heye.

Rojnameyên erebî: Ewropa li ser xerabbûna mafên mirovan li Tirkiyê hişyarî da
9 hezîran, 2022   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî behsa nerakirina cezayan li ser hikumeta Şamê ji hêla Washingotinê ve, têkçûna serweriya qanûnê li Tirkiyê û krîza petrolê ya di navbera hikumeta Başûrê Kurdistanê û Dadgeha Federal a Iraqê de kir.

WASHINGTON CEZAYÊN LI SER REJÎMA ESED RANAKE

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsî: "Alîkarê wezîrê Karên Derve yê Amerîka yê Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf got, DYA’yê piştgirî nede hewlên normalîzekirina bi rejîma Sûriyê re yan jî jinûve avakirinê." Leaf li ser rûniştina guhdarkirinê ya di civîna Komîteya Têkiliyên Derve a Sanatoyê de got, ew cezayan li ser rejîmê ranakin an jî helwesta xwe ya dijberî jinûveavakirina Sûriyê naguherin, heta pêşketine rastîn û mayînde ber bi çareya siyasî ve nebe. Esed û kesên pê re astengiya mezin ên vê armancê ne."

Lea bang kir ku divê rejîma Sûriyê berpirsiyariyên kiryar û kirinên xwe yên li dijî qanûnên navneteweyî rake û ev tişt anî ziman: "Ji her demê zêdetir, îro sûrî birçî û xizan in. berpirsiyariya mezin a vê trajîdiya berdewam Beşar Esed e û bi desteka Rûsya û Îranê ye."

Leaf tiştên Amerîka li Sûriyê kirine wiha rêz kirin, "Têkçûna DAIŞ’ê û El-Qaîde, zêdekirina wergirtina alîkariyên mirovî, kontrolkirina tundiya bi rêya parastina li ser peymanên agirbestê û propagandaya hesabxwestina rejîma Esed li ser kiryarên wê." Leaf diyar kir ku ew ê cezayên Qesyer pêk bînin ku zextê li rejîma Esed bikin.

PARLAMENTOYA EWROPA XIRABBÛNA SERWERIYA QANÛNÊ LI TIRKIYÊ REXNE KIR

Li ser rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb ev yek nivîsî: "Parlamentoya Ewropa hişyarî li ser têkçûyîna serweriya qanûnê û mafên mirovan li Tirkiyê, da û bang li Enqereyê kir ku kedên rasteqînê pêk bîne, bêyî wê ne pêkan e ji nû ve dest bi dan û standinên tevlêbûna li YE’yê bê kirin."

Pralamentoya Ewropa, bi alîgiriya 448 parlamento û 67 muxalifan û nedayîna dengên 107 parlamenteran paşketina azadiyên bingehîn, demokrasî û serweriya qanûnê li Tirkiyê şermezar kir û teqez kir ku vîna siyasî tune ye ku sererastkirinên pêwîst pêk bîne.

NÎQAŞÊN LI SER NEÎTÎRAFKIRINA DADGEHA KURDISTANÊ BI DADGEHA FEDERAL

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Çavdêriyên siyasî û qanûnî got axaftinên li ser neîtîrafkirina dadgeha Kurdistanê bi Dadgeha Federal ew e ku tevliheviyek di dadgeha Kurdistanê de heye."

Meclisa Dadgeha Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku tu biryarên Dadgeha Federal tune ne ku qanûna petrol û gazê ya taybet bi herêma Kurdistanê û çawaniya birêvebirina bîrên petrolê betal bike. Li gorî destûra Iraqê divê parlamentoya Iraqê qanûna damezrandina Dadgeha Federal a Bilind derxe.

Lê belê heta niha tu qanûn derneketiye, ji lew re tu Dadgeheke Federal ku li gorî destûrê hate avakirin tune ye û dadgeha ku di 15’ê Sibata 2022’yan de biryar daye bi armanca betalkirina qanûna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê ya bi jimareya 22’an a sala 2007’an de hatiye derxistin, tu têkiliya wê bi destûrê re tune ye.

(fr)