​​​​​​​`Dewleta Tirk bi rêya “herêma ewle” armanc dike xewna dagirkirina Rojhilata Navîn pêk bîne`

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Mihemed Elî Hesen got Erdogan bi rêya gefên xwe hewl dide li ser asta hundirê Tirkiyê bi nêzîkbûna hilbijartinan re serkeftinekê bi dest bixe. Her wiha hişyarî da ku ev gef ne tenê li ser bakurê Sûriyê ye lê belê dewleta Tirk a dagirker hewl dide xewnên osmaniyan vegerîne û dewletên Rojhilata Navîn dagirker bike.

​​​​​​​`Dewleta Tirk bi rêya “herêma ewle” armanc dike xewna dagirkirina Rojhilata Navîn pêk bîne`
9 hezîran, 2022   01:49
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa destwerdaneke nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û avakirina herêma ewle ku di nav xwe de gelek armancên din dihewîne, dike hincet. Jê ya herî girîng vejandina Mîsaqî Millî û dagirkirina bakurê Sûriyê bi kûrahiya 30 kîlometreyan.

Der barê mijarê de endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed Elî Hesen ji ajansa me re axivî û got: “Dewleta Tirk roleke neyînî di guhertina xeta tevgera sûrî de lîst û veguherand aloziyekê ku ximzeta berjewendiyên wê dike. Sînor û balafirgehên xwe li pêşiya bi sed hezaran çeteyan vekir da ku vê tevgera aştiyane ya sala 2011`an dest pê kirî, kontrol bike, ji rêya wê ya rast derxe û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.”

`JI BO TOLA DAIS`Ê HILÎNE Û PLANÊN XWE PÊK BÎNE GEFA PÊKANÎNA ÊRIŞEKE NÛ DIXWE`

Têkildarî gefên nû yên dewleta Tirk a dagirker ku êrişî bakurê Sûriyê bike Hesen got: “Timayên dewleta Tirk a dagirker ne nû ne. Dijminatiyeke kevnar li dijî gelên herêmê heye bi taybet gelê Kurd. Ev dijminatî dîrokî ye. Ew armanc dike împeratoriya osmanî li ser hesabê gelê Kurd vejîne. Ji lew re divê em van gefan bi awayekî cidî di ber çavan re derbas bikin, pişta xwe nedin hêzên derve ku wê rawestînin. Ji ber ku dema Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, ew bêdeng man, ji ber ku berjewendiyên wê yên hevbeş bi dagirkeriya Tirk re hene.”

Hesen wiha domand: “Bi rêya tehdîdkirina xeta berxwedanê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nîşan dide, hewl dide tola têkçûna DAIŞ`ê li herêmê hilîne. Heke vê xetê bişikîne, dê soza ku berê daye; biçe Şamê û li mizgefta Umawî nimêj bike, pêk bîne û dê tola Mursî li Misirê û hikumeta Xanûşî jî hilîne.

`DERXISTINA PIRSGIRÊKÊN HUNDIR BER BI DERVE VE`

Her wiha Hesen îşaret bi rewşa hundirîn a nebaş a Tirkiyê kir û got: ''Rewşa Tirkiyê ya aborî û siyasî kambax e. Hilbijartinên serokatiyê dê sala bê li dar kevin. Ji ber wê hewl dide gelê Tirk bi pêkanîna operasyonan li derveyî Tirkiyê razî bike. Her wiha wan îqna bike ku paneberên sûrî yên li Tirkiyê sedema aloziya aborî ne, da ku desteka wan ji bo avakirina 'herêma ewle' bi dest bixe.”

Hesen wiha pê de çû: “Hêzên navneteweyî niha êrişa nû ya dewleta Tirk erê nakin ji ber gelek sedem hene. Di nav de, êrişa wê li dijî herêmê dê encamên trajedîk bi xwe re bîne, ji ber dê bi sed hezaran sivîl koçber bibin. Dê DAIŞ li herêmê zindî bibe û dê ji Kampa Holê dest bi kiryarên terorîst bike. Ev yek dê fişareke mezin li ser dewletên Ewropayê çêke. Sedema din jî gotinên Erdogan bi kirinên wî re nakok in, ew li ser tu werîsan dilîze û sûdê mijulbûna cîhanê bi şerê li Ukraynayê digire.”

Hesen diyar kir ku tevî di êrişên berê de gelek dewletan nerazîbûna xwe li hemberê nîşan dane, lê tu gaveke cidî ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker, neavêtine.

`REWŞA RÛSYA KIRÎTÎK E`

Der barê helwesta Rûsyayê de Hesen got: “Rewşa Rûsya gelek dijwar e. Bi taybet piştî gefên dewleta Tirk li dijî Til Rifetê. Rûsya nikare destûrê bide Tirkiyê ku êriş bike, ji ber gelek hêz lê hene. Her wiha dagirkirina wê dê li ser Heleb xeteriyekê çêke. Rûs baş dizanin ku Erdogan fêlebaz e, ji ber lihevkirina ji nû ve vekirina rêya M4 dereng xist.”

Hesen bang li şêniyên Efrînê kir ku li ber xwe bidin, ji ber ku ew rêya yekane ya vegera Efrînê ye.

Her wiha Hesen nirxandina xwe wiha domand: “Heke Rûsya tawîzan bide, dê helwesta wê li hember gelê Sûriyê kirîtîk be. Bi taybet “herêma ewle” ku Erdogan behsa wê dike. Ev herêm dê di bin parastina dewleta Tirk a dagirker de be û dê baregehên wê tê de hebin. Li gorî nêrîna min, piştî binkeftina lihevkirina dewleta Tirk bi Rûsyayê, dê gelek dijwar be ku dagirkeriya Tirk van armancên xwe pêk bîne.”

Têkildarî “herêma ewle” ku dewleta Tirk a dagirker behsa wê dike, Hesen got: “Di mîsaqê NY û rêxistinên hiqûqî û mirovî de, têgeha “herêma ewle” tune ye. Ev herêma ku dewleta Tirk behsa wê dike, herêmeke leşkerî ye. Ew diwaze milyonek çekdar tevî malbatên wan li wê herêmê bi cih bike. Da ku ji wir êrişî dewletên ereb jî bike. Ji ber wê divê gelên Kurd û Ereb û heta hemû pêkhateyên herêmê li hember van timayan bisekinin.”

`DEWLETA TIRK A DAGIRKER ARMANC DIKE GIRTÎGEHA GUWANTENEMO LI BAKURÊ SÛRIYÊ AVA BIKE`

Hesen bi domdarî got: “Komên çete yên li gorî lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê hatine herêmê, fêm kirin ku dewleta Tirk dixwaze wan di wê herêmê de dorpêç bike. Da ku wan kontrol bike û bi kêfa xwe bişîne cihên dixwaze. Ji ber wê ji Babê, Cerablus, Efrîn û heta bigihêje Idlibê şênî li dijî dagirkeriyê rabûn. Ji bo dewleta Tirk a dagirker ev herêm mîna girtîgeha Guwantenemo ya nû ye.”

`DIVÊ KESÊN XWEDÎ ŞEREF LI HEMBER DAGIRKERIYA TIRK LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SERÎ HILDIN`

Der barê xwepêşandanan de ku di vê dawiyê de li herêmên dagirkirî li dijî siyasetên dagirkeriyê pêk hatine, Hesen got: “Gelek baş bû ku tevgereke nîştimanî pêk hat ku tevna nîştimanî ya sûrî vejîne. Divê hikumeta Şamê tê bigihêje xeteriya vê rewşê. Fişarê li hevalbendên xwe bike da ku rê li pêşiya planên dewleta Tirk bigirin. Ji ber heke herêmeke din bê dagirkirin, ev yek tê wateya zaîfkirina hikumetê. Lewra divê diyalogeke yekser bi hemû aliyên siyasî re pêk bîne da ku alozî çareser bibe û eniyeke nîştimanî li hember van xeteriyan bê avakirin.”

(şx)

ANHA