Jinan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê şermezar kirin

Li Reqa û Minbicê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk  a dagirker ên bi beşdarbûna PDK'ê li ser qadên gerîlayên azadiyê ji aliyê Dayikên Aştiyê û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hatin şermezarkirin û li hemeberî êrişan banga serhildanê hate kirin.

Jinan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û PDK'ê şermezar kirin
8 hezîran, 2022   14:32
REQA

Dewleta Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê didomîne. Li hember van êrişan jî gerîla berxwedaneke dîrokî dimeşîne ku hemû planên dagirkeran têk birin.

Têkildarî mijarê Dayikên Aştiyê yên li bajarê Reqayê daxuyaniyek li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan da. Di daxuyaniyê de îxaneta PDK`ê û beşdarbûna wê di êrişên li dijî gerîla şermezar kir. Her wiha Dayikên Aştiyê bang li hemû dayikan kir ku li hember êrişan serî hildin.

Daxuyanî ji aliyê dayika şehîd Mihemed, Semîra Mihemed ve hate xwendin.

'GAVEKE XETR DÊ HEMÛ KURD Û KURDISTANÊ BER BI TUNEBÛNÊ VE BIBE'

Dayikan beşdarbûna PDK`ê di êrişên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirka  dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de bi gaveke xeter bi nav kir û got, ev êriş dê tevahî Kurd û Kurdistanê ber bi tunebûnê ve bibe, her wiha dê şerekî navxweyî di navbera kurdan de derxîne ku tenê dewleat Tirk sûdê jê bigire, di heman demê de dê gelê Kurd û destkeftiyên ku di têkoşîna dû dirêj de bi dest xistine, werin têkbirin

Dayikan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li PDK`ê kir ku ji xeta xiyanetê vegere.

 ‘EM Ê LI HEMBER HEMÛ ŞERAN BISEKININ‘

Dayikên Aştiyê bang li hemû hêz, partiyên kurdistanî, dayikên şehîdan û aştiyê li tevahî Kurdistanê kir ku li hember planên dewleta Tirk û PDK`ê têkevin tevgerê û serî hildin û gotin: "Em dayikên Aştiyê em ê li hemberî hemû cure şer û qetilkirinan disekinin. Em naxwazin dayikên hîna kezebên xwe bidin. Em bang li her kesî dikin ku şeran û herkîna xwînê bisekinin."

MINBIC

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî êriş û planên dewleta Tirk li ser herêmê şermzar kirin û teqezî li ser bilindkirina têkoşîn û berxwedana li hember dewleta Tirk a dagirker kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên jinan ên bajar ji aliyê endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Fadiya Resûl ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyê û parçekirina xaka wê plan û armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Her wiha hate gotin, sîstemên desthilatdar û dektator xizmeta berjewendiyên xwe yên netewperest dikin ji ber wê jî hin herêm dagir kir, komkujî li dijî gelê herêmê pêk anîn û bi vê yekê hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dikin û civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bêdeng in.

'EM Ê DESTKEFTIYÊN ŞEHÎDAN BIPARÊZIN'

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk êrişê herêmên herî ewle û aram dike ku pêkhateyên wê bi hev re dijînin û bi hemû rêbazan hewl dide vê aramiyê têk bibe û aloziyê biafirîne.

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê teqez kir ku dê bi hemû hêza xwe parstina xak û destkeftiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin bikin û dê derfetê nedin dewleta Tirk ku zêdetir ji xaka Sûriyê dagir bike.

(bx)

ANHA