Şêniyên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê banga xurtkirina berxwedanê kir

Şêniyên navçeya Çilaxa ya Qamişlo bi meşekê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û gotin rêya yekane ya têkbirina êrişan berxwedan e.

Şêniyên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê banga xurtkirina berxwedanê kir
8 hezîran, 2022   13:12
QAMIŞLO

Di çarçoveya bertekên li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan şêniyên navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo meşek li dar xist.

Meş ji Çerxerêya Şehîd Mahsûm a li naverast navçeyê ve dest pê kir û ber bi sûka navendî ve ketin rê. Di meşê de êrişên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û teqezî li ser destekdayîna hêzên leşkerî li dijî êrişên qirkirinê hate kirin.

Li qada geracê meş vegerî mîtîngê, li wir endama Meclisa Navçeya Çilaxa Nizhe Seyfedîn êrişên dagirkeriya Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civata navneteweyî li hember êrişan şermezar kirin û diyar kir ku ger dewleta Tirk erêkirin ji dewletên mezin negirt bûya, nikarî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikira.

Nizhe Seyfedîn diyar kir ku dê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sekna li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, rêya berxwedanê esas bigirin.

Mîtîng bi diruşmên silavkirina berxwedana QSD’ê bi dawî bû.

(fr)

ANHA