Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civîn ji şêniyan re li dar xistin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê geşdanên siyasî yên dawîn li herêmê û di serî de gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê, nîqaş kir.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civîn ji şêniyan re li dar xistin
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civîn ji şêniyan re li dar xistin
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civîn ji şêniyan re li dar xistin
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê civîn ji şêniyan re li dar xistin
8 hezîran, 2022   13:02
MINBIC

Îro Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê ji şênî û komînan û şêniyên xeta Yastî, Xeta Farat û Xeta Til Hewzat re civîn li dar xistin.

Di civîna li xeta Yastî hatiye lidarxistin de, bi dehan şêniyên wan gundan beşdar bûn. Di civînê de seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê û gundewarê wê Ezab El-Ebûd rewşa herêmê û timayên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê şîrove kir.

Ezab Ebûd got: “Dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya neteweyî bi navên derew wekî Kaniya Aştiyê û Çiqilê Zeytûnê êriş pêk anîn. Ev êriş hewldana vegerandina senaroyaya qutkirina Lîwa Skenderon ji xaka Sûriyê ye. Nîşaneya vê jî siyaseta wê li herêmên dagirkirî ye.”

Ezab Ebûd destnîşan kir ku bi koçberkirina şêniyên Minbic, Til Rifet an jî herêmeke din, herêm ewle nabe û wiha dewam kir: “Pêwîstiya me bi siyasetekê heye ku mafên koçberan û hemû pêkhateyan misoger bike, zordariyê bi dawî bike, şerê terorê bike û dagirkeriyê bi dawî bike. Çareserî ne di dagirkirina herêmeke nû ya Sûriyê de ye.”

Piştre deriyê nîqaşê li pêş beşdaran hat vekirin.

Li bajarê Minbicê û gundewarên wê jî civînên bi vî rengî hatin lidarxistin.

ANHA