​​​​​​​PYD: Bi hevgirtina pêkhateyan serkeftin mîsoger dibe

PYD`ê di civîneke li Tirbespiyê de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina hevgirtina civakê ye û destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyan mîsogeriya serkeftinê ye.

​​​​​​​PYD: Bi hevgirtina pêkhateyan serkeftin mîsoger dibe
8 hezîran, 2022   12:43
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Tirbespiyê ya kantona Qamişlo vê sibê li Hola Siyahî ya navçeyê, bi gelê navçe û gundên wê û endamên saziyên sivîl re civiya. Di civînê de rewşa siyasî û geşedanên dawîn hatin nîqaşkirin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Zeyneb Mûrad rewşa siyasî, krîzên ku sîstema cîhanê a kapîtalîst derxistine hole nirxandin û got: "Yekane rêbaza çareserkirina van pirsgirêkan, pêkanîna fikrên rêber Abdullah Ocalan e ku banga neteweya demokratîk dike."

Zeyneb Mûrad diyar kir ku gefên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo qirkirina gel in û wiha dewam kir: "Dixwazin bi rêya hedefgirtina projeya demokratîk, gel qir bikin da ku rê li pêşiya vîna şêniyên banga avakirina civakê dike, bigirin."

Zeyneb Mûrad da zanîn ku siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, lê xetereyeke mezin li ser Sûriyê, Iraq û herêmê çêdike.

Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Zeyneb Mûrad di dawiyê de anî ziman ku hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîsogeriya parastina şoreşa gelê herêmê û destkeftiyên wan e.

(eh)

ANHA