​​​​​​​Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dewam dike

Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê li hember dolar dewam dike. Îro jî her dolarek 17 lîreyê tirkî derbas kir.

​​​​​​​Daketina nirxê lîreyê Tirkiyê dewam dike
8 hezîran, 2022   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Bloomberg, ji meha Çileyê ve cara yekê ye lîreyê tirkî bi vê rêjeyê li hemberî dolar nirxê xwe ji dest dide û îro jî her dolarek gihîşt zêdetirî 17 lîreyên tirkî.

Piştî civîna meclisa wezîran vê hefteyê, serokkomarê Tirk Erdogan got rêjeya faîzê bilind nakin, lê belê dê kêmkirina wê dewam bike.

Îro her dolarek gihîşt 17,18 lîreyên tirkî û bi vê yekê re ji destpêka salê ve nirxê lîreyê tirkî ji sedî 22 daket.

(cx)