​​​​​​​Saziyên Civaka Sivîl li Helebê semînerek lidar xist

Saziyên Civaka Sivîl ên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi navnîşan "Ji Amara heta Îmraliyê û ji aşiqê xwezayê ber bi sekvanê rastiyê ve çawa mirov dikare rêber Ocalan fêm bike" semînerek li dar xist.

​​​​​​​Saziyên Civaka Sivîl li Helebê semînerek lidar xist
​​​​​​​Saziyên Civaka Sivîl li Helebê semînerek lidar xist
​​​​​​​Saziyên Civaka Sivîl li Helebê semînerek lidar xist
​​​​​​​Saziyên Civaka Sivîl li Helebê semînerek lidar xist
7 hezîran, 2022   20:07
HELEB

Semîner ji aliyê saziyên Civaka Sivîl ve li hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Kongra Star, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên komîn û meclisan beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de Hevserokê Malbenda Çandî ya Helebê Ehmed Bîrhat têkildarî girîngiya fêmkirina zihniyeta felsefî û siyasî ya komployê, encamên siyaseta ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan de, axivî.

Bîrhat wiha domand: "Ji kesên ku bi pêla çepgirê sosyalîst bandor bûne rêber Abdullah Ocalan û grûpeke ciwanên xwendekar bû ku ji gelek neteweyan û şoreşger bûn. Mîna Kemal Pîr, Hakki Kerar ku tirk bû, Duran Kalkan ê Azerî û Mehmet Xeyrî Durmûş, Cemîl Bayik û Alî Haydar Keytan ên kurd.”

KESAYETA RÊBER OCALAN

Ehmed Bîrhat hin agahî li ser kesayeta rêber Ocalan parve kirin û got: "Rêber Ocalan di 4`ê Nîsana 1949`an de jidayik bûye. Ji bajarê Orfa (Riha) ya Bakurê Kurdistanê û navçeya Xeleftî li gundê Omerlî (Amara) ye. Ew kurê mezin ê malbatê ye. Bavê wî Umer û dayika wî Uwêş e. 3 birayên wî hene; Mihemed, Osman û Elî (Osman û Elî mirine) û 3 xwişkên wî hene Hewa, Eynê ku mirine û tenê Fatme sax e."

Ehmed Bîrhat wiha pê de çû: "Rêber Ocalan zanista siyasî li Enqerê xwend. Di sala 1972`yan de ji ber birêxistinkirina xwepêşandeke xwendekaran ji bo şermezarkirina şehîdxistina şoreşger Mahir Çayan û hevalên wî li Kizil Dere, 7 mehan hate girtin. Girtîgeha Mamak veguhera yekemîn di kesayeta wî de bû her wiha Îmraliyê jî veguheranda wî ya duyemîn di kesayeta wî û Tevgera Azadiyê de bû."

Ehmed Bîrhat teqez kir ku qeyd û koletiya li ser gelên li Tirkiyê nexasim gelê Kurd, girîngiya şikenandina van qeydan, girîngiya rizgarkirina Kurdistanê ji mêtîngeriyê, bi du gotinan "Kurdistana mêtînger e" ji aliyê têkoşîna komeke şoreşger ve destpê kir, ev jî tê wateya ku damezirandina PKK`ê girîngiyeke pêwîst û dîrokî bû.

 ‘BÊYÎ RIZGARKIRINA GELÊ KURD AZADIYA GELÊ TIRK NAYÊ BIDESTXSITIN‘

Ehmed Bîrhat destnîşan kir ku PKK`ê tevgereke mirovî ye beriya ku tevgereke niştîmanî be, ji nêz ve girîngî da dozên rizgarkirina mirovahî, dozên îdyolojîk ên şoreşa cîhanê weke ku çawa girîngî da doza rizgarkirina gelê Kurd, cûdahî nexist navbera PKK`ê û rizgarkirina gelê Kurd û gelê Tirk, bi çavekî cûda ji şoreşa Kurdistanê li rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn nenihêrî her wiha pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyê cûdayî ji çareseriya pirsgirêka kurdan nayê çareserkirin.

Der barê sedemên ku PKK`ê berê xwe da şerê çekdarî û afirandina hevkêşî û rêyên nû de Ehmed Bîrhat ev tişt anî ziman: "Grûpên destpêkê ku tovika şerê fikrî ava kir û veguherîn çalakiyên propagandaya siyasî, çalakiyên rêxistinî anku "Têkoşîna bêtundî", rastî zehmetiyên mezin hatin ku derfet neda têkoşîna xwe bi awayekî aştiyane berdewam bikin, mîna hemleyên tundiyê, girtina bêserûber, kuştina ji aliyê ewlehiya tirkî û ajanên herêmî ve.”

Her wiha Ehmed Bîrhat di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Tevger, piştî şerê Tirkiyê li dijî wan, gihaşt wê baweriyê ku bêyî hebûna çekan, pêkanîna rêbazê şerê gel di nava demeke dirêj de ku niha "Navê şerê gel ê şoreşgerî" lê dike, pêwîstiyek bû ku şert û mercên heyî û yên xweser ên gelê Kurdistanê ferz kir. Her wiha serketina xwe di şoreşên cîhanê de îsbat kir. Bi vê rêbaza şoreşgerî dê efsaneya vê artêşa ku ya duyemîn di NATO`yê de dê were şikenandin."

Bîrhat destnîşan kir ku têkbirina komplo, bidawîkirina tecrîdê, divê tişta ku çêbû baş were fêmkirin, ew jî bi rêya kûrahiya di şoreşa zihnî, paqijkirina fikre ji kêmasiyan, bandora kapîtalîzmê, sosyalîzma avakirî û mîrateyên çandî de ye.

 ‘40 SAL JI BO AVAKIRINA ZIHNIYET Û CIVAKEKE AZAD‘

Ehmed Bîrhat wiha dawî li axaftina xwe anî: "Fikrên rêbertî encama pêşketina fikrî ya mirovî di hemû warên felsefî, aborî, civakî, zanistana siyasî de ye. Fikrê ku rêber Ocalan li ser xebitiye û di 40 salan de bi pêşxistiye, ji  ji "Kurdistan mêtinger ber bi neteweya demokratîk ve", lê çareserî di birêxistinkirina hemû beşên civakê de di nava komîn, meclis û rêveberan de nixumandî ye li rex mafên gerdûnî, rola wê di çareserkirina pirsgirêkan de di pergalekê li rex dewletê de ye ku rola dewleta desthildar bi rêya peymana civakî paşguh dike. Ev peyman, nûnertiya vîna hemû beşên civakê dike."

Semîner bi nîqaşan bidawî bû.

(bx)

ANHA