​​​​​​​Komîn di Peymana Civakî de…şêweya rêxistinbûyîna bingehîn a demokrasiya yekser e

Li gorî Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîn şêweyê rêxistinbûyîna bingehîn a demokrasiya yekser e. Ew saziya biryardayînê û rêveberiya di aliyên rêveberî û rêxistinî de ye. Rêber Ocalan jî dibêje, "Ferd di neteweya demokratîk de azadiya xwe di komîna civakê de dibîne."

​​​​​​​Komîn di Peymana Civakî de…şêweya rêxistinbûyîna bingehîn a demokrasiya yekser e
8 hezîran, 2022   04:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelên Rojhilata Navîn ji destê rejîmên desthilat û navendî gelek azar kişandin, di dirêjahiya salên borî de gel di tevahî rewşên çewisandin, înkarkirin, dizîna dewlemendiyên herêmê û ferzkirina biryarên bêserûber re derbas bû.

Sûrî ji gelên herî zêde ji van rejîman azar kişandiye. Hikumeta Şamê bi rêya Partiya Baasê tundtirîn şêweyên navendîbûnê pêk dianî. Şamê bêyî guh bida nêrînên şêniyên herêmê, tevahî erdnîgariya welat kontrol dikir.

Heta beriya avakirina Rêveberiya Xweser piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê, rewşa Sûriyê wek xwe me. Rêveberiya Xweser di avakirinê de xwe spart fikrên rêber Abdullah Ocalan û komînan weke girîngtirîn stûnên vê rêveberiyê wesif dike.

KOMÎN ÇI YE?

Komîn têgehek e, anku kombûna mirovan e, ji aliyê civakî ve jî tê wateya komeke mirov li cihekî dijîn û bi hev re xwe diparêzin, xwe bi xwe, mijarên jiyanî bi rêve dibe û pirsgirkên li herêma lê dijîn çareser dikin. Li ser bingeha jiyana komî mûzîkekê ava dikin, di aliyên çandî, tenduristî, civakî, endustirî û aliyên din de xebateke kolektîf e.

Rêber Ocalan di parêznameya xwe ya 5’an de dibêje: "Ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê komînal be. Ferdê azad ê sexte yê ferdperestiya kampîtalîst ku li dijî civakê hatiye sorkirin, bi xwe di nava koletiyeke pêşketî de ye. Li hemberî vê ferdê neteweya demokratîk azadiya xwe di komînalîteya civakê de dibîne anku di civakên biçûk ên bêhtir kêrhatî de dibîne. Komîn heta radeya herî bilind pirrengî ye û di qadên jiyanê bi giştî de esas e."

Rêber Ocalan armanc û sûda ji komînan wiha şîrove dike: "Mebesta me ji bahsa komîn an jî koman; komên mirov ên di tevahî qadên civakê de aktîf in. Ji ber vê yekê, her gundekî tê de şertên mercên komînê hebin, ew komîn an jî komek e. Ev yek dikare derbasî tax û bajaran jî bibe."

Rêber Ocalan dibêje: "Koparatîf yan jî kargeh an jî komele yan jî rêxistineke sivîl jî dikare bibe komîn. Divê di heman demê de xwedî demokrasî be, wê demê dikare navê sîstema komînalî ya demokrasî lê were kirin. Her wiha dikare komîn di tevahî aliyên jiyanî mîna qadên perwerde, çand, huner û zanistî de were çêkirin. Demokratîkbûna jiyana civakî û siyasî jî dikare bibe komîn."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/07/191206_-2.jpg

Endamê rêveber ê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û yek ji kesên destpêkê yên beşdarî avakirina komînan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye, Fesîh Hisên wiha got: "Me li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeta sêyemîn hilbijart, projeyeke me ya demokrat hebû ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş a komînalî ya azad. Ew jî ji felsefeya rêber Ocalan e. Me ji wê demê ve têkoşîn kir. Armanca me jî rêxistinkirina civakê ji bingehê de, di aliyên siyasî, leşkerî, çandî, aborî û xizmetguzarî de bû, li kêlek wê jî edaleta civakî bû."

Hisên wiha domand: "Me ew yek ji gund, bajar û taxan de dest pê kir, pêwaziya gel ji tevlêbûna komînan re pir aktîf bû. Me di vê rêya pêkanîna projeya demokrat de gelek fedekarî kir. Ji ber ku gel dikare xwe bi xwe di nava komîteyên komînan de bi rê ve bibe û li erdnîgariyeke diyar bibe xwedî biryardarî. Em di vê yekê de bi serketin."

KOMÎN DI PEYMANA CIVAKÎ DE… ROLA DI HER MECLISEKÊ DE YE

Di reşnivîsa Peymana Civakî ya nû ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku Rêveberiya Xweser ji sazkirina wê nêz bûye, rola komînan mezin û girîng e.

Di madeya 41`an a peymanê de tê gotin, "Ji her yekîneyeke rêveberiyê (gund, tax, bajarok, bajar û kanton) mafê xwe yê têkildarî karûbaran heye, lê divê bi cewherê peymanê re ne bi nakok be."

Di madeya 67’an de ya deriyê "Sîstema civakî" tê gotin, "Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyana xwe ya civakî ya demokratîk û azad li ser avakirina komîn, meclis, akademî, komele, yekîneyên aborî û civakî û saziyên sîstema civakî temam dikin, bi rêxistin dike. Ew jî bi rêya konfederalî, xwe bi rêxistin dike û bi pêş dixe û sîstema demokratîk a civakê ku xwe dispêre van saziyan, pêk tîne."

Di madeya 68’an a Peymana Civakî de komînê wiha hatiye pênasekirin, "Komîn; şêweyê rêxistinkirinê yê hîmê bingehîn ê demokrasiya yekser e. Cihê ku tê de civaka polîtîka-exlaqî lê bi pêş dikeve ku berhema wê jî jiyana civakî, aborî û çandî ye. Hêza çarekirina dozên civakî ye. Saziya biryardayîn û rêveberiyê di aliyên rêveberî û rêxistinî de ye. Komîn weke meclisê dikare biryaran di hemû aliyan de bide."

Li gorî Peymana Civakî komîn çavdêriyê li karê hemû meclis û saziyan dike, di madeya 70’î de ev tê gotin, "Meclisên şaredarî û jîngehê her 2 salan careke hilbijartinan li dar dixe, hevserok û desteya rêveber hildibijêre. Hevserokên şaredarî û jîngehê beşdarî meclisên gel dibin. Di heman demê de beşdarî meclisên rêveber dibin û raporên xwe pêşkêşî komîn, meclisa taxê, bajarok, bajar û meclisa kantonê dikin û biryarên meclis didin, pêk tînin."

Li gorî peymanê, hevserokên komînan endamên meclisên tax, bajarok û bajaran in, ev meclis koordînayê bi hemû komînan re dikin.

Hisên li ser vê yekê ev tişt got: "Wê bendên Peymana Civakî komînê xurttir bikin, bi taybet di aliyê pêkanîna edaleta civakî û pêşxistina aboriyê de."

KOMÎN XALA DESTPÊKÊ YA SÎSTEMA EDALETÊ YE

Komîn li gorî Peymana Civakî dikeva nava xebata sîstema edaletê. Rêgezên vê sîstemê jî li gorî peymanên ev in, "Sîstema edaleta civakî li gorî rêxistinkirina civakê ava dibe, dozên civakî yên di komînên gund, tax, bajarok, bajar û kantonan de bi awayekî adilane çare dikin. Di çarekirina pirsgirêkan de rêgeza lihevanînê bingeh e."

Saziya sîstema edaletê ji komîteya lihevanînê ya di komînan de dest pê dike, di Peymana Civakî de hate bibîrxistin ku, Komîteyên Lihevanînê; nakokiyan çareser dikin, aştî û selametiya civakî pêk tînin. Li her derê û li ser tevahî astan li gorî pêdiviya bi hilbijartinên yekeser an jî lihevkirinê xwe bi rêxistin dike, ji komînan de bigire heta kantonan. Endamên wê dilxwaz in û ji hêla civakê ve tên qebûlkirin."

Hisên da zanîn ku komîteyên lihevanînê di pêkanîna edaletê de girîng in û wiha anî ziman: "Heke komîteyên lihevanînê bi awayekî baş di komînan de hatin aktîfkirin, dê pirsgirêkên civakî bi dawî bibin."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/07/191141_-.jpg

Endamê Komîteya Fireh a Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hiqûqnas Fethullah Hiso li ser sîstema edaletê di Peymana Civakî de û rola komînan tê de axivî û wiha got: "Sîstema edaleta civakî, saziyeyeke serbixwe ye, pişta xwe da pransîbên exlaqî, siyasî û çandî yên civakê. Sîstema edaletê ji gelan tê û azadiya jinê bingeh e. Parastina mafên ferd di jiyana civakî de bi rêya beşdariya gel di rêxistinkirina yekîneyên herêmî de dike."

Hiso wiha gotina xwe berdewam kir: "Madeyên sîstema edaletê ji hêla pispor û hiqûqnasan ve yên ji tevahî pêkhate, partiyên siyasî û pisporan ve hatine danîn, da ku sîstema edaletê li gorî xweza û rewşa civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve were nexşekirin; ji ber sîstema edaletê, cewhera Peymana Civakî ya pêkanîna edaleta civakî ye, di heman de jî ji gel e. Gel jî bingeha pêkanîna bend û madeyên sîstema edaletê ye. Bê guman tiştekî temam tune ye, dê hin pisgirêk û valahî di hin madeyan de derkevin. Lê bi rêya pêkanîna pratîkî ev wê werin çareserkirin."

Der barê rola komînan de, Hiso ev tişt got: "Komîn cihekî mezin di reşnivîsa Peymana Civakî de digire; ji ber komîn bingeh û şaneya girîng a pêkanîna madeyên Peymana Civakî ye û hîmê binyad e ku jiyana civakî, siyasî û çandî pêk tîne. Ew cihê biryardayînê ji jêr ber bi jor ve ye, di çarçoveya aliyên birêvebirin û rêxistinkirinê de ye. Ew bingeha serkeftina sîstema edaleta civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

KOMÎN Û GEŞKIRINA ABORIYA CIVAKÎ

Rola komîn berî û pişta Peymana Civakî di geşkirina aboriya civakî de mezin e. Di bendeke peymanê de ev tê gotin, "Rêveberiya Xweser xwe dispêre aboriya civakî ku xwetêrkirin, geşkirina mayînde û hevseng ava dike."

Aboriya civakî, aboriya komînal e xwe dispêre berhemên herêmê bêyî dahatûyên derve, xwetêrkirinê pêk tîne û sûda wê bi rêya koparatîfan an jî projeyên taybet li civakê vedigerin.

Endamê rêveber a TEV-DEM’ê Fesîh Hisên bang kir ku koparatîfan li gorî sîstema demokratîk ava bikin, da ku xwe bigihînin aboriya komînal a guncaw.

KOMÎN DI NAVA BINGEHÊN TAORÎ Û PÊKANÎN DE

Li pêşberî xebatên komînan, beriya Peymana Civakî gelek astengî derketin, bi taybet ji aliyên netêgihîştina rast a xebata komînan û çarçoveya wê tenê di peydakirina gaz û sotemeniyan de, ji wê zêdetir jî tevlihevkirina navbera komîn û rola mixtaran a berê.

Her wiha xebata koparastîfan jî bi sedema nebûna lêkolîneke baş û netemamkirina gavên wê baş bi serneketin.

Têkildarî mijarê, Fesîh Hisên ev nirxandin kir: "Ev projeya demokrasî tecrûbeya yekemîn di birêvebirina civakê de li cîhanê ye. Bê guman dê li pêşberî wê gelek astengî derkevin. Ji ber gel ji dehan salan ve fêrî rejîma desthilat bûye. Ji nişkan ve vegerî sîstema demokratîk ku xwe dispêre birêvebirina azad û xizmeta xwe, bê guman dê kêmasî hebin."

Hisên wiha pê de çû: "Ji ber proje serkeftî bû, ji hêla dijminan ve hate hedefgirtin, çi aliyê leşkerî be, çi jî rêbazên şer ên taybet bin ku dijmin di nava civakê de pêk tîne da ku şerê komînê bike û wê têk bibe."

Hisên gelek gav danîn ku divê di dema pêş de ji bo aktîfkirina xebata komînan pêk werin û wiha rêz kirin;

Ji rêbazên şerê taybet ku dijmin pêk tîne were dûrxistin, neyê qebûlkirin heta neyê guhdarkirin jî.

Ji biryara ferdî û desthilatî were dûrxistin, divê biryara azad û giştî be, bi beşdariya jinan bi rêjeya ji sedî 50`î be. Da ku ne li dijî bendên Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Xwespartina li xweparastinê ya bi nûnertiya parastina cewherî.

Koparatîf di komînan de werin avakirin.

(fr)

ANHA