Jinên herêmê ji berxwedanê re amade ne: Berxwedan jiyan e!

Jinên ji Qamişloyê diyar kir ku wan di oxira rizgarkirin û parastina xaka xwe de zarokên xwe feda kirin, lewma dê axa xwe ji dagirkeran re nehêlin û got “Berxwedan jiyan e, em tu carî dev ji axa xwe bernadin.”

Jinên herêmê ji berxwedanê re amade ne: Berxwedan jiyan e!
8 hezîran, 2022   03:34
QAMIŞLO- DELÎLA GABAR

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gefên dagirkirinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Hemwextî van gefan, artêşa Tirk a dagirker ji Til Rifetê heta Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê rojane êrişan pêk tîne.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatî li dijî van gef û êrişan bertekên xwe nîşan didin. Bi taybet li herêma Cizîrê bi çalakiyên cuda gel hêrsa xwe tîne ser ziman.

Têkildarî mijarê jinên ji bajarê Qamişloyê ji ajansa me re axivîn.

Welatiya bi navê Leyla Mûrad got: “Me keç û xortên xwe di oxira vê axê de feda kirin. Ji bo wê jî em ê her roj dakevin qadan û ji gef û dagirkeriya dijmin re bibêjin na.”

Leyla destnîşan kir ku heta ew bajarên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar nekin, ew dev ji têkoşînê naqerin û got: “Em tu carî serê xwe li hember dijmin natewînin.”

Necat Mûsa jî bal kişand ser êrişên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî herêmê û gerilayên azadiyê û wiha axivî: “Em ê ji heft salî heta heftê salî heta dawiyê li ber xwe bidin. Kurd êdî ne Kurdên berê ne û wê li ber xwe bidin. Îro roj gelê Kurd li her derê tê dikoşe û ji dagirkeran re dibêje em hene.”

Necat Mûsa bang li gelê Kurd kir ku li hemberî dagirkerî û faşîzmê li her derê dengê xwe bilind bikin û wiha pê de çû: “Li hember van êrişên dewleta dagirker a Tirk em ê bi jin, zarok û hemû gelê xwe li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e, em tu carî dev ji axa xwe bernadin, axa me pîroz e.”

Jina bi navê Bedîa Emîn jî got: “Bila Erdogan baş bizane em nema yên berê ne. Em Kurdên roja îro ne. Em ê bi berxwedana xwe bersiva van êrişan bidin. Em ji tank û topên Erdogan natirsin. Bi fikir û felsefeya serok Apo welatê xwe azad bikin.”

Bedîa Emîn destnîşan kir ku dewleta Tirk li Zap û Avaşînê bi bin ket, lewma difikire ku bi vê hovîtiya xwe dê bikare xelkê herêmê bitirsîne û herêmê dagir bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi piştgiriya zarokên xwe yên li serê çiyayên Kurdistanê, em ê dagirkeriyê tune bikin. Bila Erdogan baş bizane dê bi êrişên xwe yên hovane nekare vîna me tune bike. Dawiya wî têkçûn e.”

ANHA