​​​​​​​QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê leşkerkirin û tevlêkirinê girt

QSD’ê da zanîn ku li Reqayê çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê “leşkerkirin, tevlêkirin û karên îstîxbaratê” girtiye.

​​​​​​​QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê yê berpirsê leşkerkirin û tevlêkirinê girt
8 hezîran, 2022   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî ragihand: "Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên girêdayî QSD’ê li Reqayê çeteyekî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ku berpirsê kiryarên leşkerkirin, tevlêkirina terorîstan û karên îstîxbaratê ye, girt."

QSD`ê daxuyand ku operasyon li ser agahiyên îstîxbaratî hatiye lidarxistin. Dûre operasyonên şopandinê pêk hatin. Yekîneyên Antî-Terorê bi ser mala ku çete li Reqayê xwe tê de vedişart girt û çete girt, mal hate kontrolkirin û gelek alavên peywendiyan ên li gel çete hatin desteserkirin.

QSD bi rêya operasyonên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê, şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomîne.

(fr)