​​​​​​​Yasir El-Silêman: Naskirina Rêveberiya Xweser dê Sûriyê xurttir bike

Yasir El-Silêman teqez kir ku naskirina Rêveberiya Xweser, ji bo têkbirina hemû pergalên mêtinger û dagirkerî hêzek e û dê Sûriyê jî xurttir bike ji ber ku beşek ji welêt e.

​​​​​​​Yasir El-Silêman: Naskirina Rêveberiya Xweser dê Sûriyê xurttir bike
8 hezîran, 2022   00:47
REQA – EHMED EL-ESAF

Ruxmî fedekariyên mezin ên ku pêkhateyên herêmê ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî, leşkerî û xizmetguzarî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de, lê civata navneteweyî Rêveberiya Xweser nas nake.

Der barê vê mijarê de, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir El-Silêman ji ANHA`yê re wiha axivî: "Naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafên hemû gelên herêmê misoger dike. Ev pêkhateyên kevnar ên resen beşek ji gelê Sûriyê ne û nayê parçekirin.”

El-Silêman wiha domand: "Ji destpêka tevgera şoreşgerî li Sûriyê ve, gelê Sûriyê berdêleke giranbuha dide. Her wiha pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ku xwe birêxistin kirin, destkeftiyên xwe û saziyên xwe parastina.”

`RÊVEBERIYA XWESER 6 MILYON KES HEMBÊZ DIKE Û DIVÊ ITÎRAF PÊ WERE KIRIN`

El-Silêman di berdewamiya axaftina xwe wiha got: "Ji aliyê xweser û ji aliyê hişmendiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, Rêveberiya Xweser a herêmê ku nêzî 6 milyon kesên li vir û yên ji derve tên, hembêz dike. Ji vê herêmê van pêkhateyan dest bi xurtkirina xwe û şerê li dijî radîkaliya ku binesazî têre derbas dibe kir û hevgirtina civakî parçe kir."

El-Silêman bi van gotinan axaftina xwe dewam kir: "Diviyabû civaka navneteweyî ku hevkara şerê li dijî radîkaliya Ii herêmê bû ku itîraf bi Rêveberiya Xweser kiriba da ku mafên pêkhateyên ku hevkara şer û avakirinê bû, misoger bike."

El-Silêman teqez kir ku herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyek ji xaka Sûriyê nayê parçekirin, di nava vê tevlîheviyê de diviyabû civaka navneteweyî itîrafê bi Rêveberiya Xweser bike ji ber ev itîraf çavkaniya hêza gel û pêkhateyên herêmê û tevahî gelê Sûriyê ye.

El-Silêman destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser rêya demokratîk bi gel, pêkhateyên xwe esas digre, êrişî gelên derdor nake, lê li hember siyasetên sîstemên ku dijminatiya pêkhate û gelê herêmê dike û dixwaze demografiya herêmê ji bo xizmeta ajinde û pêkanîna çavnebariya wê, disekine.

El-Silêman got hêza Rêveberiya Xweser ji hêza Sûriyê ye, ew li hember êrişên li ser xaka Sûriyê disekine ji ber dixwaze parastina yekitiya Sûriyê, aramiya xak û pêkhateyên wê bike û jiyaneke bi rûmet ji tevahî Sûriyê re, peyda bike.

El-Silêman wiha pêde çû: "Hêz leşkerî, meclis, rêveber û saziyên sivîl ên xurt ên Rêveberiya Xweser hene. Itîrafa pê Sûriyê bi giştî xurt dike û mertalekî xurt li hember hemû êrişên ji rejîma Tirkiyê û sîstemên din ku dixwaze ajindeyên xwe Ii herêmê pêk bîne, disekine. Ji ber wê jî itîrafa bi Rêveberiya Xweser çavkaniya hêzê ji hemû gelê Sûriyê re ye."

BÊYÎ BEŞDARBÛNA RÊVEBERIYA XWESER DÊ ALOZÎ NEYÊ ÇARESERKIRIN

El-Silêman wiha domand: "Cûdabûna Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê di çi danûstandinên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dê bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser biser nekeve. Pirsgirêka welat jî çareser nabe û cûdabûneke ji beşeke mezin ji pêkhateyên wê re heye. Divê Rêveberiya Xweser û pêkhateyên wê beşdarî çi çareseriyên ji bo aloziya Sûriyê bibe. Divê hişmendiya aliyên heyî li ser erda Sûriyê were guhertin da ku aliyên din jî were qebûlkirin û bighêjin çareseriyekî ji hemû gelê Sûriyê re. Ew jî ji bo jinveavakirin û vegera penaberan, avakirina Sûriyeke demokratîk û xurt ji bo parastina sînor û gelê wê."

Silêman got civaka navneteweyî li hember Rêveberiya Xweser xemsar e, ji ber hê jî hevalbendeke xurt û rast di şerê li dijî radîkaliyê, vegera aramî û ewlehiyê de şirîk û tu destekdayîneke têr û baş ji Rêveberiy Xweser re pêşkêş nekiriye.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir El-Silêman wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê civaka navneteweyî mîna rewşeke rast ku gelê Sûriyê ji parçebûnê xilas kir,  li Rêveberiya Xweser binihêre. Li gorî derfetên xwe xizmetê ji her kesî re pêşkêş kir. Ji bo destekdayîna aramiyê jî ked da. Lê zehmetî li hember wê pir in. Divê cîhan di dozên adil de destekê bide Rêveberiya Xweser û li hember gefên dewleta Tirk bêdeng nemîne."

(bx)

ANHA