​​​​​​​Ebû Erac: Dewleta Tirk dixwaze tevahî xaka Sûriyê dagir bike

Alîkarê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Ehmed El-Sultan Ebû Erac diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê bi kûrahiya 30 kîlometreyan, lê belê dixwaze tevahî xaka Sûriyê dagir bike.

​​​​​​​Ebû Erac: Dewleta Tirk dixwaze tevahî xaka Sûriyê dagir bike
7 hezîran, 2022   23:38
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Dewleta Tirk hewl dide vîna gelên herêmê têk bibe û rê li ber bidestxistina maf û azadiya wan a rewa bigire.

Der barê mijarê de Alîkarê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê, Ehmed El-Sultan Ebû Erac ji ajansa me re axivî.Ehmed El-Sultan Ebû Erac balkişand ser daxuyaniya dawî ya Erdogan a der barê qaşo avakirina "herêma ewle" de û got:"Eger dewleta Tirk 30 kîlometreyan derbasî nava xaka Sûriyê bibe, dê dîsa li gel sînorê QSD'ê be. Ji ber wê ew îdia vala ne û armanca wê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye. Armanca wê ne parastina ewlehiya neteweyî ye, lê dagirkirina beşeke din ji xaka Sûriyê ye."

Ebû Erac diyar kir ku her dema dewleta Tirk rastî kirîzên navxweyî dibe, Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan dixwe, dixwaze bi wê yekê destkeftiyên leşkerî, siyasî û aborî bi dest bixe û herêmên din kontrol bike.

Ehmed El-Sultan Ebû Erac di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman:" Armanc ji dubarekirina gefan di asta yekem de pêkanîna destkeftiyên siyasî û navneteweyî ye.Dixwazin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin, şêniyên wê bitirsînin û wan bidin koçberkirina, nexasim li ser sînor.”

Der barê mijara avakirina avahiyên mêtîngeriyê de jî wiha got: "Avakirina wan avahiyan li xaka dagirkirî ya Sûriyê, heman avahiyên ku li gira Colanê hatine avakirin e.”

Ebû Erac li ser gefa Erdogan a dagirkirina 30 kîlometreyan di kûrahî xaka Sûriyê de got: "Dixwazin projeya Osmaniya nû pêk bînin. Ne tenê bi kûrahiya 30 kîlometreyan, ew dixwazin tevahî xaka Sûriyê dagir bikin. Dibe ku ev gef di encama peyman û lihevkirinên navneteweyî yên nû de pêk hatibin."

Ehmed El-Sultan Ebû Erac daxwaz ji dewletên garantor Rûsya û Amerîkayê kir ku ji bêdengiya xwe derbikevin û ev pirs kir:"Ji ber çi li hember êriş û gefên dewleta Tirk ev bêdengiya şermok?”

Her wiha teqez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ne û divê ji wan gefan hişyar bin.

Alîkarê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El-Sultan Ebû Erac di dawiyê de bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku ji bo bidawîanîna li aloziyê û gefên dewleta Tirk li ser maseya diyalogê bicivin.

(şt)

ANHA