​​​​​​​Telal Mihemed: Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re rê li ber parçebûna gelê Kurd vedike

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û teqez kir ku ev kiryar rê li ber parçebûna gelê Kurd vedike.

​​​​​​​Telal Mihemed: Hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re rê li ber parçebûna gelê Kurd vedike
8 hezîran, 2022   01:45
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji 17'ê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.Li hember wan êrişan gerîla berxwedaneke dîrokî dide meşandin.

Di 6`ê vê mehê de Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan agahî girtine ku PDK'ê amadekariyan dike da ku tev li  "Cenga Dîrokî" ya di navbera gelê Kurd û dagirkeriya Tirk de bibe û daxwaz ji hêzên kurdistanî kir ku ji bo rêgirtina li ber vê yekê bi erkên xwe rabin.

"HERÎ ZÊDE KURD ZIYAN JI ŞER DIBÎNE"

Di vê der barê de serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bûye û got: “Hemû êrişên li dijî gelê Kurd û sedema binketina şoreşên Kurdî, hevkariya hin aliyên navxweyî bi dijminan re ye.”

Mihemed balkişand ser êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna çekên kîmyewî û got: “Dijmin dixwaze di nava gelê Kurd de alozî û nakokiyan derxîne, şerekî navxweyî çêke, tenê Kurd û Kurdistan dê ziyanê ji vê yekê bibîne.”

Telal Mihemed teqez kir ku dewleta Tirk qebûl nake Kurd li hev bikin û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk hewl dide bakurê Sûriyê, Rojava û Başûrê Kurdistanê û Mûsilê dagir bike.Em hêvî dikin ku hemû alî û hêzên Kurdî  bi taybet PDK`ê ku Başûrê Kurdistanê bi rêve dibe, bi hevkariya xwe bi dewleta Tirk nefikire yan jî nede pêş.”

"PDK`Ê GERÎLA DORPÊÇ DIKE"

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku dewleta Tirk şerê hemû hêzên Kurdistanî dike ne tenê PKK'ê û armanca wê dagirkirina tevahî Kurdistan û got: “Dorpêç û zextên PDK'ê li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, dihêle ku şerekî navxweyî di navbera her du aliyan de çêbibe. Ev şer dê ne tenê partiyên Kurdî, lê belê gelê Kurd parçe bike."

Beriya niha HPG'ê bi daxuyaniyekê teqez kiribû ku PDK'ê beşdarî di şerê qirkirinê de dike û gotibû: "Ev plana metirsîdar a PDK'ê li Metînayê tê wateya ragihandina şer, ji bo şerê Kurdî-Kurdî çênebe, em erkên xwe pêk tînin, lê eger êriş çêbû dê hêzên me li ber xwe bidin."

RAGIHANDINA SEFERBERIYA GIŞTÎ

Telal Mihemed piştrast kir ku divê hemû partiyên Kurdî di vê qonaxa dîrokî de bi erkên xwe rabin û ji bo Kurd baçeya proje û geşedanên navneteweyî li herêmê nedin, ji berjewendiyên partî û kesayetî dûr kevin û got: “Hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dê bihêle şer derbasî nava Başûrê Kurdistanê bi giştî bibe.”

Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanê kir ku li hember êrişên dagirkeriyê seferberî ragihînin û piştgirî bidin Tavgera Azadiya Kurdistanê.

(şt)

ANHA