Li Qamişlo panela "Rola ragihandinê di têkoşîna li hember tundiya li ser jinan de" hate lidarxistin

Meclisa jinan a PYD`ê der barê rola ragihandinê de di têkoşîna li hember tundiya li ser jinan de, panelek lidar xist. Di encamnameyê de daxwaz ji ragihandinê hat kirin ku balê bikşîne ser têkoşîna jinan di hemû qadan de û binpêkirinên li hember jinan belge bike.

Li Qamişlo panela "Rola ragihandinê di têkoşîna li hember tundiya li ser jinan de" hate lidarxistin
7 hezîran, 2022   18:48
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma "Rola ragihandinê di têkoşîna li hember tundiya li ser jinan de" li hola Zana ya li bajarê Qamişlo panelek lidar xist.

Di panelê de bi dehan endamên rêxistinên jinan, saziyên sivîl, partiyên siyasî û rewşenbîr amade bûn.

Panel bi axaftina endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsiv dest pê kir.

Foza Yûsiv behsa girîngiya lidarxistina panelên bi vî rengî kir ku balê dikşînin ser pirsgirêkên civakî û got:"Hemû cure û sûcên qirkirinê li hember jinan tên kirin. Li herêmên dagirkirî jinên Kurd û Sûrî rojane rastî tundiyê tên. Li kêlek êrişên dagirkeriyê, ji aliyê hişmendiya baviksalarî ve jî êriş li ser jinan tê kirin. Ev yek zêde belav e."

Foza Yûsiv diyar kir ku ragihandin dikare balê bikşîne ser tundiya li ser jinan û li sedemên wê yên dîrokî, civakî, siyasî û aborî vegere, ji bo rê li ber vê yekê bigirin û çareserî pêşkêş bikin.

Her wiha got:" Mixabin hemû rêxistin li gor sîstema desthilatdar tev digerin, dûrî azadiya jinan e, saziyên ragihandinê jî di bin sîwana wê de kar dikin. Heta niha nikarin xwe ji hişmendiya baviksalarî rizgar bikin. Em dikarin bêjin ku em hê jî di bin kontrola vê hişmendiyê de ne û şaştiyên mezin dikin. Ji ber wê rola ragihandinê di guhertina hişmendiya civakê de mezin e. Ragihandin dikare şoreşeke fikrî dest pê bike, di heman demê de dikare bi rêya pêşxistina fikra desthilatdariyê roleke neyînî jî bilîze."

Foza Yûsiv nêzîkatiya ragihandinê li hember dosyayên jinan rexne kir û got:"Her kes sûcên li hember jinan dibihîsin, carnan ragihandin xwe kor dike, jin weke gunehkara van sûcan tê binavkirin, an jî weke ku tiştek nebûye dosya tê girtin."

Foza Yûsiv di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman:"Saziyên ragihandinê li cîhanê şoreşa jinan reş dikin. Zimanekî ku vî fikrî bi hêztir dike bi kar tîne, ji ber wê em dibînin ku saziyên ragihandinê yên dîtbarî û nivîskî, li şûna ku binpêkirinên li hember jinan tên kirin rexne bikin, jin weke amûreke bazirganî û propagandayê bi kar tînin. Wê weke amûrekî reşkirinê dûrî nêrîna wê ya rizgariyê bi kar tînin.  Ji ber wê divê em li xwe vegerin û xwe ji nû ve ava bikin. Ragihandin li pêşberî erkeke mezin e ku divê pêk bîne, divê şaştî bên çareserkirin, bal li ser dosyayên jinan bê kişandin."

ROLA RAGIHANDINÊ DI TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINAN DE

Di beşa yekem a panelê de behsa rola ragihandinê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de hate kirin.

Hevseroka Yekitiya Ragihadina Azad (YRA) Malva Elî axivî û têgeha jinê di zimanê Kurdî de pênase kir û got:" Jin jiyan e, her du ji hev nayên cudakirin, ji ber ku jin civakê temam dike."

Malva Elî diyar kir ku ragihandin gav bi gav li gel jinên şervan e û balkişand ser lehengiya jinan di qadên şer de û destkeftiyên rastîn di van qadan de bi dest xistin û her wiha têkoşîna jinan di Şoreşa Rojava de bi awayekî xurt şopand.

Piştre dîmenek ku ji aliyê rojnamevan û lêkolînera di warê siyasî de ya misirî Welaa Ebû Setît hatiye girtin hat pêşandan. Di dîmenê de Welaa behsa rola jinan di jiyanê de û rola ragihandinê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de kir.

`DIYARDEYA TUNDIYA LI SER JINAN Û RÛBIRÛBÛNA QANÛNÎ`

Di beşa duyem a panelê de, behsa diyardeya tundiya li ser jinan û çawaniya rûbirûbûna wê di aliyê qanûnî de hat kirin.

Şêwirmenda qanûnî ya Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Neda Melkî axivî û got:" Ragihandin 2 rolên sereke dilîze, yek erênî û ya din jî neyînî ye. Divê nûçe bên kontrolkirin û şerê ragihandina xirab bê kirin, her wiha hişyarî di nava civakê de belav bibe."

Neda Melkî diyar kir ku di salên 2021-2022'an de 49 rewşên kuştinê bi navê "şerefê" pêk hatine, li kujer cezaya hetahetayê girtinê hatiye birîn û diyar kir ku bedena jinan weke şeref bê dîtin şaştiyeke mezin e.

Her wiha balkişand ser destkeftiyên jinan di şoreşa Rojava de û got:"Sîstema hevserokatî xwedî wateyeke mezin e û nameyekê dide civakê ku bê her du zayendan jiyan nameşe."

ENCAMNAME

Encamnameya panelê wiha ye:

*Divê rola ragihandinê der barê jinan, malbat û civakê de erênî be, balê bikşîne ser tecrubeyên baş ên jinan û têkoşîna jinan di hemû qadan de derxe pêş.

*Divê ragihandin civakê bi peymana "Sîdaw" a navneteweyî bide naskirin, malperên dîcîtal ên fermî ji bo dosyayên civakî bi taybet taybet dosyayên jinan bên erkdarkirin.

*Navendeke çavdêriyê ya hevbeş a jinên Sûriyê bê avakirin da jinan û diyardeyên tundiyê bişopîne û ji bo berhevkirina agahiyan lêvegerek be.

*Bernameyên ragihandinê yên der barê jinan de bên pêşxistin.

*Daxwaz ji Rêveberiya Xweser bê kirin ku derbirîn û azadiya ragihandinê di çarçoveyên qanûnî de bi pêş bixe û rola qanûnê di şerê li hember tundiya li ser jinan de bê aktîvkirin.

*Berzkirina rola rast a ragihandinê weke rêxistineke civakî ku bawerî bide civakê.

*Eşkerekirina rola olan di npêşkêşnekirina jinan azarên xwe bi awayekî rast.

*Girîngî bi rola jinên Êzidî bê kirin û rastiyên wan li ser ragihandinê bê eşkerekirin.

*Saziyên perwerdeyê dikarin di mijara bidawîkirina tundiya li ser jinan de roleke girîng bilîzin.

*Sîstemên desthilatdar di sêrî de rêjîma Tirk jinên azad dike hedef, armanca wê têkbirina vîna jinan û mayîndekirina desthilata baviksalarî ye.

*Aktîvkirina rola komînan û girîngî bi rola jinan bê kirin.

*Şerê têgehên şaş ên derheqê jinan de bê kirin weke "berdayî, şerm tîne, şerefa zilam e û qeyre"

*Tundtirîn ceza li ser kujerên jinan bê ferzkirin û ew ceza li ser ragihandinê bê eşkerekirin.

*Binpêkirinên li ser jinan tê kirin li ser ragihandinê bên eşkerekirin, li ser malperên ragihandinê jî bên weşandin. Şêwazeke ragihandina giştî bê dîtin da bala civakê bikşîne ser wan sûc û bûyeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

*Bernameyên diyalogê di navbera jinan û mêran de bi awayekî zelal bê birêxistinkirin û şîrove û encamnameyên avaker li ser esasê wan bernameyan bê derxistin û piştgirî ji bo jinan bê kirin ku pirsgirêkên xwe eşkere bike.

(şt)

ANHA