Şêniyên Hesekê cenazeyê Ferhan Mihemed oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ferhan Mihemed oxir kir û soz dan ku li ser şopa wî bin.

Şêniyên Hesekê cenazeyê Ferhan Mihemed oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeyê Ferhan Mihemed oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeyê Ferhan Mihemed oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeyê Ferhan Mihemed oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeyê Ferhan Mihemed oxir kir
Şêniyên Hesekê cenazeyê Ferhan Mihemed oxir kir
7 hezîran, 2022   17:51
HESEKÊ

Îro bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê tev li merasîma oxirkirina şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Ferhan Mihemed bû ku li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê li dar ket.

Di merasîmê de, endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mihemed Dawî axivî û sersaxî ji malbatê şehîd re xwest û got: “Em bejna xwe li hember şehîd ditewînin û soz didin heta serkeftinê em ê li ser şopa wî bin.”

Her wiha, ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulsetar Hesekê axivî û fedakariyên şehîdan silav kir û got: “Wan bi xwîna xwe rêya azadiyê ji me re nexişand.”

Ebdulsetar careke din soza şopandina rêya şehîdan da û got ew ê têkoşîna wan bidomînin.

Di dawiya merasîmê de, edama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbatê şehîd Ferhan kir, piştre hevalên şehîd Ferhan cenazeyê wî hildan û ew li Goristana Şehîd Dijwar, bi siloganên “Şehîd Namirin” spartin axê.

ANHA