Rêzefilma Tava Sor îro dê were weşandin

Îro saet 21:00`an li gorî demjimêra bajarê Qamişlo Stêrk TV xeleka yekem a rêzefilma Tava Sor ku ji 16 xelekan pêk tê, dê biweşîne.

Rêzefilma Tava Sor îro dê were weşandin
7 hezîran, 2022   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Sînaryoya rêzefilma Tava Sor ji aliyê Ehmed Tahir ve hatiye nivîsandin. Rêzefilm ji 16 xelekan pêk tê û dema her xelekekê 45 deqe ne.  35 lîstokvan û hezar û 500 kombars di rêzefilm de dilîzin. Teymûr Evdikê û Deştî Resûl derhêneriya 7 xelekên destpêkê kiriye, Nûman Yigit jî derhêneriya 9 xelekên mayî kiriye.

Rêzefilm di her heft xelekên xwe yên destpêkê de behsa berxwedana YPS`ê li bajarê Cizîra Botan li Bakurê Kurdistanê di navbera 2015 – 2016`an de dike. Di rêzefilmê de behsa gelek dozan tê kirin ji wan rêya niştîmanî, rêya îxanetê, têkoşîn û hezkirina kurdî ya rast. Her wiha behsa berxwedana ku di wê demê de hate kirin û rewşa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê, rastiya şerê li bajarê Cizîrê hate kirin. Xelekên wê yên din jî behsa binpêkirin û zexta ku dewleta Tirk piştî şer li dijî ciwanan bi kar tîne, dike.

Îro saet di 21:00`an de li gorî demjimêra bajarê Qamişlo dê rêzefilm li ser Stêrk TV were weşandin.

(bx)

ANHA