Di topbarana li ser gundê Bênê de jinek birîndar bû-hat nûkirin

Di topbarana li ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de jinek birîndar bûye.

Di topbarana li ser gundê Bênê de jinek birîndar bû-hat nûkirin
7 hezîran, 2022   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di encama topbaran dijwar a li ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê de malên welatiyan zirar dîtine.

Her wiha teqez kir ku top rasterast li du malan ketine. Jina bi navê Nera Zekeriye Elî ku ji gundê Eyn Dara ye birîndar bûye û ew rakirina nexweşxaneya navçeya Til Rifetê.

(şx)

ANHA