Nexweşaneya Şedadê ji nû ve dest bi xizmetê dike

Gerînendetiya Tenduristiyê ya kantona Hesekê amadekariyên vekirina Nexweşxaneya Giştî ya Şedadê dike. Nexweşxane dê xizmetên tenduristiyê pêşkêşî zêdetirî 500 gundên li başûrê kantona Hesekê û gundewarên bakurê Dêrazorê bike.

Nexweşaneya Şedadê ji nû ve dest bi xizmetê dike
7 hezîran, 2022   11:28
 HESEKÊ

Li ser bangewaziya şêniyên herêmê, Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêka Gulana 2021`an xebatên restorekirina nexweşxaneyê bi dawî kiribûn.

Di dema serweriya çeteyên DAIŞ`ê de zêdetirî ji sedî 75’ê Nexweşxaneya Giştî ya Şedadê hatibû rûxandin. DAIŞ`ê nexweşxane wek baregeh bi kar dianî, her wiha beriya rizgarkirina bajarok bi çend rojan alavên nexweşxaneyê dizîn û şewitandin.

Nexweşxane ji 3 avahiyan pêk tê û tê de 4 beşên sereke (nexweşiyên hundirîn, jin, zarok û destwerdana lezgîn) hene.

Li gorî endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Şedadê Mihemed Salih, Desteya Tenduristiyê ji bo aktîfkirina beşên nexweşxaneyê amadekarî kirine û heta çend rojan dê were vekirin.

Salih got: “Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ji bo amadekirina kadroyeke tenduristiyê û xebatkaran, pêşbirkek ragihand.”

Salih diyar kir ku ji 29`ê Gulanê de wan dest bi wergirtina daxwaznameyan kiriye û dê 12`ê Hezîranê bi dawî bibe.

Endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya Şedadê Mihemed Salih piştrast kir ku piştî ragihandina navên kesên hatine qebûlkirin, dê neweşxane bê vekirin.

Bi vê yekê, dê ev nexweşxaneya yekane be li herêmên başûrê Hesekê û heta bajarokê Sor ê li bakurê Dêrazorê û bajarokê Deşîşe yê li nêzî sînorên Sûriye-Iraqê.

Li gorî Komîteya Tenduristiyê, dê nexweşxane xizmetên tenduristiyê pêşkêşî zêdetirî 500 gundên girêdayî navçeyên Şedadê, Erîşe, Ebdan û Mergede yên başûrê Hesekê û hin gundên li bakurê Dêrazorê bike.

ANHA