Di zagona nû ya têkildarî jîngehê de cezayên giran hene

Ji bo qedexekirina avêtina çopê ji pencereyên mal û erebeyan, her wiha li kolanên sereke û pişta avahiyan, zagoneke nû hate ragihandin ku cezayê binpêkirina vê zagonê jî heta cezayê girtinê diçe.

Di zagona nû ya têkildarî jîngehê de cezayên giran hene
7 hezîran, 2022   10:45
QAMIŞLO

Gerînendetiya Jîngehê ya Herêma Cizîrê, Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehê, bi boneya 5`ê Hezîranê Roja Jîngehê ya Cîhanê ku îsal bi dirûşma “Me tenê yek cîhan heye” bû, li ser malperên xwe belavokeke hişyariyê weşand.

Di belavokê de hişyariya li ser qedexekirina diyardeya avêtina gilêşê (çop) li ser rêyan hatiye kirin, hatiye xuyakirin. Di belavokê de zagonek hatiye eşkerekirin û li gorî wê; kesên ku gilêşê bi ji pencereyên malên xwe û erbeyan biavêjin an jî biavêjin ser peyarê, pişta avahiyan ew ê ceza lê were birîn.

Cezayê pere jî dê 25 hezar lîreyên Sûriyê be, heke ew yek hate dubarekirin, dê ew ceza duqat bibe. Heke bû cara duyemîn ew ê herî kêm mehekê di zindanê de bimîne.

Li gorî madeya /6/ a Zagona Paqijiyê, nabe ku bermahiyên xwarin û vexwarinê û hwd li ser rêyên giştî bên avêtin, her wiha nabe ku gemar di pencereyên mal, dikan anjî erebeyan re li ser rêyan were avêtin.

Biryarnameya hejmar /53/ ya têkildarî mijarê di 15`ê Çileya 2022`an de ji aliyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve hatibû derxistin.

Tê payîn ku ev zagon li herêma Cizîrê bikeve meriyetê, di demên pêş de dê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

(sb)

ANHA