Rojnameyên erebî: Lubnan banga vegera li dan û standinên diyarkirina sînor kir

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine, behsa dosyaya diyarkirina sînorê Îsraîl-Lubnanê, girtina 6 serçeteyên DAIŞ’ê li Iraqê û xwepêşandanên li Filistînê kir.

Rojnameyên erebî: Lubnan banga vegera li dan û standinên diyarkirina sînor kir
7 hezîran, 2022   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LUBNANÊ BANGA DEWAMKIRINA DAN Û STANDINÊN DIYARKIRINA SÎNOR KIR’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat ev tişt nivîsî: "Duh Lubnanê ragihand ku ew ê bang li navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein bike ku vegere Lubnanê da ku beşdarî dan û standinên diyarkirina sînorên deryayî bibe. Li gorî hin agahiyan keştiya vekolînê ya Yewnanistanê gihaşt herêma nakok a bi Îsraîlê re."

Lê Hizbullah û serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Berî der barê gihaştina keştiyê de bê deng bûn. Beriya wê jî Hizbullahê gef xwarin ku çi karekî vekolînê li herêma nakok bibe, ew ê bike hedef.

Çavkaniyekî lubnanî ji Şerq El-Ewsat re piştrast kir ku ya guncaw di vê demê de, vegera navbeynkarê amerîkî ye da ku bi Îsraîlê re dest bi diyarkirina sînorên deryayî bike.

Her wiha hîna doza derbasbûna keştiya (Energan) a derxistina gaza xwezayî li herêma nakok a di navbera Lubnan û Îsraîlê de di nava aliyên fermî û gel de li Lubnanê xwedî girîngiyeke mezin e. Ev yek jî duh di navbera Mîşêl Ewn û Necîb Mîqatî de mijara lihevkirinê bûn ku navbeynkarê amerîkî Amos Hochstein vegere Beyrûtê da ku dan û standinên diyarkirina sînorên deryayî nîqaş bikin.”

‘LI IRAQÊ 6 SERÇETEYÊN DAIŞ`Ê HATIN GIRTIN’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Itîhad El-Îmaratî wiha nivîsî: "Duh saziyên ewlehiyê yên Iraqê ragihand ku di operasyonên cuda de 6 serçeteyên terorîst ên rêxistina DAIŞ’ê hatine girtin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar serheng Yehya Resûl bi daxuyaniyekê got: "Bi rêya agahiyên îstîxbaratî û keda hevbeş serçeteyên terorîst ên DAIŞ’ê hatin girtin. Navên wan wiha ne; Ebû Mihemed, rêveber û berpirsê dosyaya kuştî û kesên girtî ye, terorîstê bi navê M.E. ji aliyên saziyên ewlehiyê ve tê xwestin. Di nava çeteyên DAIŞ’ê de xwedî cihekî girîng e. Ebû Aya jî cîgirê emîrê leşkerî ye. Ew çete bi rêya koordîneya bi hêzên li dijî terorê li Hewlêrê hatin girtin."

‘FILISTÎN: JI ÊRIŞKIRINA ÎSRAÎLÊ BER BI HEDEFGIRTINA DESTHILATÊ VE’

Li ser rewşa Filistînê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çavdêrên filistînî têkildarî xwepêşandanên li bajarê Xelîl ên ji ber bihabûna nirxê kel û pelan li bajêr, ew yek guhartina zewqa filistîniyan e û desthilat jî fêr bûye ku xwepêşandan li dijî Îsraîlê ne, lê di rastiyê de li hember desthilata Filistînê bûn. Filistîniyan di xwepêşandanên xwe de dirûşma "Em dixwazin bijîn" berz kirin.

Çavdêran da zanîn ku filistînî êdî bi hişmendiyekê tev digerin û texmîn dikin ku sekna li hember Îsraîlê dibe ku were derengxistin, lê welatiyê filistînî nikare şerê başkirina rewşa jiyanê dereng bixe û desthilata Filistînê tehemûl bike ku desthilat hemû berpirsyariyê dixe stûyê Îsraîlê.”

(fr)