​​​​​​​Çete li xwe mikur hatin ku fermanên xwe ji MÎT’a Tirk digirin

Çeteyên di operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de hatin girtin, li xwe mikur hatin ku MÎT'ê fermana gelek sûîqest, êrişên bombeyî, qaçaxçitî û sextekariyê dane wan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.

​​​​​​​Çete li xwe mikur hatin ku fermanên xwe ji MÎT’a Tirk digirin
7 hezîran, 2022   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi destê çeteyan li hemberî kesayetên girîng ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûîqestan dike, êrişî binesazî û saziyên Rêveberiya Xweser dike. Her wiha karê pereyên sexte, qaçaxçitî û gelek sûcên mîna wan ji aliyê MÎT'ê ve têne organîzekirin û çavkanî û cebilxaneyên ji bo van sûcan jî ji herêmên dagirkirî têne şandin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) xwe gihand mikurhatinên çeteyên DAIŞ’ê yên ku destekê ji MÎT’a Tirk digirin. Mikurhatinên çend çeteyan wiha ne:

Ahmed Abdulhamîd El Merdûd: “Ez li herêma Bûkemal a Sûriyê ji dayik bûm. Sala 2017'an tev li nava DAIŞ'ê bûm. Piştî perwerdeya leşkerî û şerî, min li mizgeftê dest bi kar kir. Piştre me koçî Baxozê, Bisera û herî dawî jî Reqayê kir. Endamê MÎT'ê Abdûllah Ahmed El Cûma ku min ew li Bûkemalê nas kir, pêşniyar li min kir ku ji bo OSO (Artêşa Azad) bixebitim. Ew bi xwe di nava hucreyekê de dixebite ku bi MÎT û OSO ve girêdayî ye.”

Abdûllah Ahmed El Cûma: “Ji herêma Bûkemal a Sûriyê me. Mûhammed El Cûma ji min xwest ku bi hucreya bi navê Cîndûl Firat bixebitim. Ji min xwest ku dîmenê nuqteyên leşkerî û wesayitên leşkerî bikişînim. Di berdêla vê de jî min pere distand. Ji min xwestin ku şervanên leşkerî û fermandaran bikujim. Fermana vê yekê jî ji aliyê Mûhammed El Cemî (Mûhammed El Rîxatî) ve hate dayin ku li Tirkiyê dimîne.”

Hasan Alî Mûhammed: “Ji Eyn Îsayê me. Endama MÎT'ê ya bi navê Emel hate gel min. Me bi hev re mayinên ji Serêkaniyê û Girê Spî dihatin bi qaçaxî digihand hucreyan. Mayinên ku Emel dianî min dibir Reqayê. Min bi rêyên qaçax Emel dibir Reqayê. Emel li Reqayê diçû gel hevjînê xwe Serhan.”

Nadîr Mûhammed Sarûh Halîl: “Emel ji min xwest ku tev li komên dewleta Tirk bibim. Çalakiya min a destpêkê li ser daxwaza Emel belavkirina 100 dolarên sexte li bazarê bû. Çalakiya min a duyemîn jî mayinên Emel bû. Çalakiya sêyemîn jî kuştin bû. Emel ji min xwest ku alkolê bînim. Dema ku min alkol anî, kesek hebû. Min cara yekê ew dît. Ji bo jê re bibêjim ku em dereng mane dema çûm gel wan, min dît ku li gel hev dirêjkirî ne. Min got belkî têkiliyê bi hev re datînin. Lê piştre min dît ku Emel kêr li wî kesî xistiye. Piştre Ebû Omer li min geriya û got, berpirsyarê çalakiyê me û ez pîroz kir. Di çalakiya çaremîn de jî ji min xwestin ku stasyona petrolê biteqînim. Di çalakiya pêncemîn de jî min mayinek û çekek şand xirbeyê li pişt xaniyê endamê MÎT'ê yê bi navê Salîh. Ji ber çalakiyên min kir, ji herêmên di destê Tirkiyê de ne pere û telefon ji min re şandin.”

Serhan Îsa Avnî: “Hevjîna min Emel Mûhammed Alî Îsa ez tev li karên hucreya MÎT-DAIŞ'ê kir. Me ferman ji Ebû Omer werdigirt. Emel di nava kîsekî reş de debanceyek ji min re anî û xwest bibim navnîşaneke li Reqayê. Di berdêla vê de jî 300 dolar dan min. Her wiha min gelek mayin û cebilxane bir û anî. Ji min xwestin ku kesekî nas dikim û pê bawerim tespît bikim. Min jî bang li xwarziyê xwe Ala Îbrahîm Hasanî kir. Min bang lê kir û qala tiştên têne xwestin jê re kir. Min jê re got ku di nava çend rojan de ez ê biçim Girê Spî. Paket bihata wê Ala werbigirta. Dema ku çûm Dêra Zorê li Ala geriyan û 3 mayin şandin. Hevjîna min Emel timî diçû herêmên di destê Tirkiyê de ne. Navenda li Girê Spî-Serêkaniyê em bi rê ve dibir.”

Ala Îbrahîm Hasanî: “Ji Reqayê me. Di nava hucreyê de wezîfeya min veguhastina mayin û cebilxaneyan bû. Xalê min Serhan Îsa ez tev li hucreyê kir. Serhan Îsa endamê îstîxbarata Tirk bû. Piştre jî bi kesekî bi navê Ebû Omer nas kir. Destpêkê jinek bi min re axivî û got, 'emaneta xalê te heye' û di nava çente de 3 mayin da min û xwest bibim cihekî. Yê anî kesê bi navê Hasan Alî Mûhammed bû. Ebû Omer bi rêya nûmaraya Tirkiyê li min digeriya û ferman dida. Min wêneyê mayinên dibir ji Ebû Omer re dişand.”