Tê gotin li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîn çêbûye

Hin malperên medya dijîtal agahî parve kirine ku li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê yê dagirkirî teqînek çêbûye.

Tê gotin li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî teqîn çêbûye
7 hezîran, 2022   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malperên medya dijîtal, li kêlek dibistana Sîna ya li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê ya dagirkirî, mayînek bi erebeyeke leşkerî ve teqiyaye.

Li Efrînê ku ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, ji ber teqîn, şerê di navbera komên çeteyan de, sûcên qetilkirin, revandin û tecawîzkirinê, rewş ne aram e.

(fr)