Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê li kêleka hêzên leşkerî herêmê biparêzin

Endam û rêveberên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya gefan hewl dide êrişî herêmên navborî bike, ewlehî û aramiya herêmê têk bibe. Her wiha rêxistina DAIŞ`ê vejîne û teqez kir ku hemû pêkhate dê dev ji xaka xwe bernedin.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Em ê li kêleka hêzên leşkerî herêmê biparêzin
7 hezîran, 2022   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Teyyîp Erdogan bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî û avakirina "herêma ewle", vegera penaberên sûrî, gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

Têkildarî mijarê endamên û rêveber rêxistinên jinan û Rêveberiya Xweser diyar kir ku armanca van êrişan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê û dagirkirina rûbereke berfireh ji xakê ye.

 ‘JIN Û GEL DIKARIN PARASTINA HERÊMÊ BIKIN‘

Endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Akademiya Şehîd Şîlan a Koordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê, Hedle Osê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina herêmên me re dixwaze împeratoriya Osmaniya kevin zindî bike û projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

Hedle Osê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker projeya neteweya demokratîk dike hedef ji ber ew projeyeke demokratîk e û têde hemû pêkhate mafên xwe bidest dixin.

Hedle Osê diyar kir ku Erdogan nikare vîna jinan bi taybet û gel bi giştî bişkîne û wiha domand: "Ji ber vî gelî rastiya pilanên dewleta Tirk a dagirker nas kirine. Êdî jin nema lewaze, xurt bûye, îradeya wê heye û di sekna li hember dijmin û dagirkeran de ji xwe bawer e. Ji ber vê yekê jî em bang li jinan dikin ku heta serkeftinê bi îradeyeke xurt li dijî dijmin û dagirkeran bibin yek û têbikoşin."

 ‘EM Ê HERÊMÊ JI DAGIRKERIYA TIRK RE NEHÊLIN‘

Endama Komîteya Jin a Koodînasyona Kongra Star a Navçeya Şêran a Kobanê Emîne Mislim Xelîl jî wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmên me ji şêniyên wê yên resen vala bike û dagir bike. Lê her çiqas Erdogan hewl bide, gelê me dê li hember êrişan li ber xwe bide, dê dev ji xaka xwe bernede û ji dewleta Tirk re nehêle."

Der barê mafê rewa di parastin û sekna li dijî êrişên li ser herêmê de, Emîne Mislim Xelîl ev tişt anî ziman: "Zarokên me hene ku li dijî dagirkeriyê parastina herêmên me bikin. Ew şopdarên rêya heqiyê ne û wan êrişî tu kesî nekirine. Ji ber ew parastina xak, gel û rûmeta xwe dikin."

Emîne Mislim Xelîl îşaret bi rola jinan li dijî êrişan kir û got: "Heger çi êriş li ser herêmê were kirin me nêrînên jinan girtine. Jinan ji me re teqez kir ku eê heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê şer bikin û li hember dagirkeran bi zarokên xwe di nava hêzên leşkerî re, li ber xwe bidin."

'GEFÊN DEWLETA TIRK BI ARMANCA ZINDÎKIRINA RÊXISTINA DAIŞ`Ê YE'

Endama Nivîsgeha Têkiliyên MSD`ê ya Helebê Fatme El-Hisêno wiha axivî: "Gef û êrişên artêşa Tirk xeteriyeke mezin çêdike. Ew jî ji bo careke din çeteyên DAIŞ`ê vejîne. Em bang li gelên herêmê dikin ku helwesteke yekgirtî li hember êrişên ku dibe li ser herêmê pêk werin, bistînin."

Fatme El-Hisêno wiha domand: "Her kes dizane ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta roja îro dewleta Tirk roleke neynî di bi çekirina çeteyan, dagirkirina herêman bi awayekî raste rast û pêk tîne û sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne nîşaneya vê yekê ne."

Fatme El-Hisêno di berdewamiya axaftina xwe dev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya sînorê xwe behsa "herêma ewle" dike. Gelo behsa kîjan herêma ewle dike?. Heger em li herêmên ku dagir kiriye binêrin em ê gendelî û sûcan bibînin, ji revandin, kuştin û guhartina demografiya wan."

Fatme El-Hisêno destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina herêmên din û berfirehbûna di erdnîgariya Sûriyê de dixwaze Osmaniya kevin vejîne û dixwaze 30 km derbasî nava sînor bibe lê di rastiyê de çavnebariya wê ji vê yekê zêdetir e."

Fatme El-Hisêno bang li gelên herêmê kir ku helwesteke hevgirtî bibînin da ku çareseriyeke siyasî û erêkirinekê li herêmê bibîne, diyek rêzê de li hember êrişên li ser herêmê bisekine ji ber xeterî ne tenê li ser van herêman e lê belê li ser tevahî xaka Sûriyê ye.

Endama Têkiliyên MSD`ê Fatme El-Hisêno di dawiyê de teqezî li ser çareseriya siyasî kir, nedev berdana ji destkeftiyên gelê û tişta ku Rêveberiya Xweser di parastina van herêman de pêk aniye her wiha dev ji xwîna şehîd û berxwedanê bernedin da ku bighêji çareseriyeke siyasî ku mafên hemû gelê Sûriyê misoger bike.

DEWLETA TIRK DIXWAZE TEVLÎHEVIYÊ LI SÛRIYÊ BELAV BIKE

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Sîham Hemo jî ev tişt got: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Ev jî ne li gorî xwestekên dewleta Tirk e. Ji ber wê jî dixwaze tevlîheviyê bi rêya gefên xwe yên her carê, derxîne."

Sîham Hemo diyar kir ku gef û daxuyaniyên Erdogan ên demên dawî ku dê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ne nû ne, ji destpêka aloziya Sûriyê ve soz û gefan li dijî gelên herêmê dixwe ku dê êrişî wan bike, koçber û dagir bike heta ku hin beşên ji xaka Sûriyê dagir kir.

Sîham Hemo wiha axaftina xwe dewam kir: "Jiyana hevbeş û hevgirtina pêkhateyên herêmê ku bi saya şehîdan ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk piştgiriya sereke ji DAI`ê re ye ku sînorê xwe li pêşiya wan vekir û alîkarî li ser sînorê Sûriyê pêşkêşî wan kir. Dewleta Tirk her tim dixwaze tevlîheviyê li herêmê derxîne da ku xizmeta berjewendiyên xwe û yên navneteweyî bike."

Têkildarî armancên dewleta Tirk li herêmê Sîham Hemo ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk destwerda Sûriyê kir û bi hinceta parastina sînorê xwe di nava bêdengiya navneteweyî de, xaka Sûriyê dagir kir. Dewleta Tirk rewşa giştî keysbaz dike û sûc û komkujî li dijî şêniyên li herêmên dagirkirî pêk anî. Demografiya wan guhertin, nasnemeya wê ya çandî binpê kir, penaber di wan de bi cih kir û dîwarê parçebûnê di navbera bajarên Sûriyê de ava kir."

Sîham Hemo diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk a dagirker eşkere ye, dixwaze împratoriya osmanî vejîne, sûc û komkujiyan li dijî şêniyên herêmê pêk tîne û teqez kir ku ew mijûlbûna cîhanê bi şerê Rûsya – Ukraynayê keysbaz dike da ku rûbera dagirkirina xwe li herêmê berfireh bike û li ser hesabê gelên azadîxwaz û jiyana bi rûmet, hebûna xwe zêdetir bike.

Di dawiyê de Sîham Hemo gefên Erdogan ên bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê şermezar kir û got ev gef dê vîna gelên herêmê lawaz neke, dê di yek rêzê de li hember dewleta Tirk a faşîst û çavnebarên di xêr û bêrên welat de, bisekinin.

(eh)

ANHA