​​​​​​​Hisên Koçer: Heger şer çêbibe wê ev xak ji dijmin re bibe goristan

Ji fermandarên QSD'ê Hisên Koçer got: " Heger şer çêbibe em ê bi ser bikevin û xaka me wê ji dijmin re bibe goristan. Çawa ku çeteyên DAIŞ'ê hatin têkbirin, wê bi destê zarokên herêmê wê pergala Tirk a faşîst jî têk biçe."

​​​​​​​Hisên Koçer: Heger şer çêbibe wê ev xak ji dijmin re bibe goristan
7 hezîran, 2022   01:36
KOBANÊ

Têkildarî planên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê, ajansa me hevpeyvînek bi fermandarekî QSD'ê  Hisên Koçer re pêk anî.

Hisên Koçer diyar kir ku dewleta Tirk bûbû navenda çeteyan, piştî ku çete jê re bûn bar dixwaze ji wan xilas bibe lê nikare. Hisên Koçer got: "Dewleta Tirk dixwaze wan çeteyan derbasî herêmên me bike da ku şêniyan koçber bike, di encamê de planên xwe yên guhertina demgorafî li herêmê pêk bîne."

'EM HÊZA XWE JI GEL DIGRIN'

Têkildarî gefaxwarinên li dijî herêmê, Hisên Koçer destnîşan kir ku şer bûye perçeyek ji jiyana wan a asayî û gel jî weke gelê şoreşgerî û zane tê nasîn. Her wiha anî ziman ku gelê ku bi vîna zarokên xwe yê şoreşger DAIŞ'ê têk bir, tu hêz  di cîhanê de nikare wan têk bibe.

Koçer bi domdarî got: "An jiyaneke bi rûmet li ser vê xakê an mirineke bi rûmet. Em qebûl nakin ku şêniyên me di kampan de bijîn. Ji koçberkirina şêniyên vê xakê yên ku bi salan ji bo azadiya xwe tê dikoşin re êdî bes e. Dem hatiye ku gel bi zarokên xwe yên xendeqan re bibe yek."

'EM JI HER ŞERÎ RE AMEDE NE'

Koçer bal kişand ser gefaxwarinên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û wiha got: "Divê dewleta Tirk baş zanibe ku em ne wek berê ne. Di her şerekî de tecrûbeyên me çêbûn. Ji bo şerên ku li ser me were kirin, em amade ne bersivê bidin."

Hisên Koçer di dewama axaftina xwe de got: "Eger dewleta Tirk bifikre ku bikeve herêmên me dê dawiya Erdogan û rejîma wî were. Eger şer çêbibe dê berevajî texmînên wan be. Em ê bi serkevin. Çawa me çeteyên DAIŞ'ê yên ku desteka xwe ji dewleta Tirk werdigirt, têk bir em di wê baweriyê de ku ev şer wê dawî li pergala Tirk a faşîst werîne. Em xwe naspêrin tu kesî, lê xwe dispêrin gelê xwe. Tevahî hêzên li vê derê berjewndiyên xwe diparêzin, ne xema wan e ku em azadiya xwe bi dest bixin an na."

Fermandarê QSD'ê Hisên Koçer di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyên herêmê kir ku bi QSD'ê re bibin yek "Guh nedin gotegotên ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya ajanên xwe belav dikin ku ji bo tirsandina şêniyan e. Heger şer biqewime, teqez em ê bi serkevin."

(dm)

ANHA