​​​​​​​Cemal Şêx Baqî: PDK`ê Başûrê Kurdistanê dixe nava metirsiyeke mezin

Sekreterê Giştî yê PDKS'ê Cemal Şêx Baqî hişyarî da û got: "Eger PDK`ê bikeve nava vî şerî û tev li komploya dewleta Tirk bibe,  wê zirarê nede PKK'ê yan jî xwe, lê belê wê Kurdistanê bixe nava rîskeke mezin."

​​​​​​​Cemal Şêx Baqî: PDK`ê Başûrê Kurdistanê dixe nava metirsiyeke mezin
7 hezîran, 2022   04:27
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek weşand û ev hişyarî da: "Li gorî daxuyaniyên rayedarekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku li ser navê Alîkarê Wezîrê Pêşmergeyan axivî û her wiha li ser daxuyaniyên Waliyê Duhokê û li gorî agahiyên îstîxbaratî yên gihaştine ber destê me, hêzên PDK'ê xwe amade dikin ku tev li vî şerê stratejîk ê di navbera me û dewleta Tirk a dagirker de bibin."

Sekretêrê Giştî yê Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî (PDKS) Cemal Şêx Bagî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku amadekariyên PDK'ê li Başurê Kurdistanê ji bo êrişî Herêmên Parastina yên Medyayê bike, ne girêdayî Wezareta Pêşmergeyan e lê belê girêdayî hêzên PDK'ê ne.

Şêx Baqî got: "Hîn biryareke fermî ji aliyê hikumeta Başûr ve di vî warî de tune ye, lê mixabin ew jî bêdeng e û tu helwestekê nîşan nade. PDK`ê her tim li ser navê pêşmergeyan diaxive ji ber ku saziyên li Başûr ji aliyê wan ve tên birêvebirin, lê ev siyaset, siyasetên PDK'ê ne."

Şêx Baqî îşaret bi sedema ku ji ber wê dewleta Tirk a dagirker PDK`ê di şerê xwe li dijî HPG`ê de bi kar tîne, kir û wiha domand: "Şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime, ne li gorî planên dewleta Tirk a dagirker ku li pey hev derbên giran dixwe û bi bin dikeve."

Di berdewama axaftina xwe de Şêx Baqî got: "Dewleta Tirk niha dixwaze  agirê şer li Başûr gûrtir bike û ji ber wê kaxiza xwe ya dawîn anku PDK`ê bi awayekî fermî tev li şerê xwe ya li dijî gerîla dike. Ruxmî ku gelê Kurd bang dikin ku rê li pêşiya şerê birakujî bê girtin."

Her wiha Şêx daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker bi serkêşiya rejîma Erdogan êdî fêm kirin ku bi çek bi ser nakeve.

Şêx Başqî estnîşan kir ku dewleta dagirker a Tirk niha di şerê xwe yê li Başurê Kurdistanê de li dijî Kurdan kar dike û fikrekî ji cîhanê re radigihîne ku Kurdekî baş û Kurdekî xirab heye û ew û Kurdên baş şerê Kurdên xirab û terorîstên dikin.

Sekreterê Giştî yê PDKS'ê hişyarî da û got: “Eger PDK`ê bikeve nava vî şerî û tev li komploya dewleta Tirk bibe, wê zirarê nede PKK'ê yan jî xwe, lê belê wê Kurdistanê bixe nava rîskeke mezin. Erdogan beriya çend salan got poşman e ji ber destûr daye avakirina Başûrê Kurdistanê. Heke derfet jê re çêbibe, wê hikumeta Başûrê tune bike. Divê rayedarên PDK`ê ku desthilat Başûr kirine bin serweriya xwe, hişyar bin."

Şêx Baqî bang li PDK'ê kir ku helwestên xwe di ber çavan re derbas bikin û got: "Dewleta Tirk ne ji bo şerê li dijî gerîla lê ji bo tunekirina Kurdistana Başûr hat û ev plan, wê pêşeroja Kurdan bixe nava metirsiyê. Pêşeroja PDK'ê bi hembêza kurdan misoger dibe û ne bi Erdogan. "

Sekretêrê Giştî yê PDKS'ê Cemal Şêx Baqî got PDK`ê berpirsa tunekirina Başûrê Kurdistanê ye û dê dîrok vê yekê binivîse.

(şx)

ANHA