​​​​​​​Şervan Derwîş: Parastina welat û gel erkekî civakî ye

Şervan Derwîş anî ziman ku herî zêde DAIŞ sûdê ji gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmê digire û got, parastina herêmê erkekî civakî ye.

​​​​​​​Şervan Derwîş: Parastina welat û gel erkekî civakî ye
6 hezîran, 2022   23:40
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde kirin û welatiyan dike hedef. Di hefteya borî de jî Erdogan gefa avakirina "Herêmeke ewle" li ser sînor xwar.

Têkildarî mijarê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji ajansa me re axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ne nû ne, hemwextî salvegera 6`an a destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê ye.

Şervan Derwîş bi bîr xist ku dewleta Tirk her sal di vê boneyê de, gef li dijî herêmê dubare dibe, armanc jî, dagirkirin û têkbirina ewlehiya wê ye.

Her wiha Şervan Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk li hincetan digere da ku Minbicê dagir  bike ku ji cihê stratejîk e û wiha pê de çû: ''Ew dixwaze bajêr û seranserî xeta sînor dagir bike. Em van gefan bi awayekî cidî dinirxînin.''

Şervan Derwîş daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker şert û mercên navneteweyî yan jî her firsendekê bi kar tîne da ku planên xwe pêk bîne, hertim bi rêya bazarên siyasî yên kirêt destwerdanê dike, ji ber wê her tim gefa dagirkirina herêmê dixwe.

Têkildarî êrişan jî Şervan Derwîş got: "Eger êrişek li dijî herêmê bê kirin, erkê me ye ku em di bin hemû peymanên navneteweyî yên ku mafê parastina rewa nas dikin de li ber xwe bidin. Lê gelo kî wê barê vî şerî hilgire ser milê xwe? Teqez wê milyonan mirov koçber bibin û dê gelek êş bikişînin."

Şervan Derwîş got: "Pêwîstiya rewşa siyasî li Sûriyê bi çareseriyên siyasî heye, ne leşkerî û hemû hincet û argumantên ku dewleta Tirk behsa wan dike da ku ewlehiya xwe ya neteweyî biparêze,  derew in. Şer û dagirkerî parastina ewlehiya neteweyî nake û berovajî wê diyalog û lêgerîna çareseriyan ew in ku dê aloziyê çareser bikin û her êriş dê aloziyê mezintir bike."

Şervan Derwîş wiha domand: "Armanca topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî herêmê; belavkirina tirsê di nav şêniyan de ye,da ku bi rihetî  nejîn û hewl bide moralên wan têk bibe, wan neçar bike ku dev ji axa xwe berdin, ji bo ku bi hêsanî warên wan dagir bike."

Şervan Derwîş ev li gotinên xwe zêde kir: "Erkê me ye em welat û gelê xwe biparêzin. Bêguman ev erkekî civakî ye. Em wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi erkê xwe yê herî mezin radibin û di 6 salan de me sîstemeke parastinê ya xurt ava kir, çi ji aliyê perwerde yan jî dîsplînê ve. Hêzên me jî xwedî tecrûbeyeke mezin in. Li rex wê jî, gelê me li pişta me ye, da ku em dagirkeriyê têk bibin û li hember timayên wê."

`YÊ HERÎ ZÊDE SÛD JI VAN GEFAN DIGIRE ÇETEYÊN DAIŞ`Ê YE`

Berdevkê  Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş teqez kir ku armancên dewleta Tirk ên dagirkirinê hene û ji ber wê gel, vîna şêniyên herêmê, jiyana wan û heta debara quta wan û avê dike hedef.

Şervan Derwîş wiha domand: “Ev şer bandor li xebatên me dike. Nexasim ku şaneyên DAIŞ`ê li benda tiştekî wiha ne da ku xwe ji nû ve li herêmê birêxistin bikin û dest bi êrişên terorîst bikin. Mîna ku tê zanîn, DAIŞ li herêmên dagirkirî xwe birêxistin dike.”

Her wiha Şervan diyar kir ku yê herî zêde sûd ji van gefan digire, DAIŞ`ê e û wiha berdewam kir: “Eger êrişek pêk were, em ê bi temamî xwe ji bo parastina herêmê amade bikin, ev yek dê ji bo DAIŞ`ê firsendek be da ku xwe birêxistin bike û herêmê ji nû ve bike hedef.”

Di dawiyê de Şervan Derwîş got: “Her êrişek ji aliyê dewleta Tirk ve, dê encamên wê li ser pêşeroja Sûriyê û şerê li dijî terorê trajedîk bin.”

(şx)

ANHA