MSD’ê bi rûspiyên Minbic û Idlibê re civiya

MSD’ê civîneke berfireh ji şêx û rûspiyên eşîrên Minbic û Idlibê re li dar xist, tê de li ser xurtkirina ruhê neteweyî, gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, çareyên siyasî ji krîza li welat re nîqaş kirin.

MSD’ê bi rûspiyên Minbic û Idlibê re civiya
MSD’ê bi rûspiyên Minbic û Idlibê re civiya
MSD’ê bi rûspiyên Minbic û Idlibê re civiya
MSD’ê bi rûspiyên Minbic û Idlibê re civiya
MSD’ê bi rûspiyên Minbic û Idlibê re civiya
6 hezîran, 2022   13:35
MINBIC

Di civîna ku li Xwaringeha El-Erebî ya li rojavayê Minbicê li dar ketiye de, rûspî û şêxên eşîrên Benî Seîd, Demalxe û El-Bûsiltan, Benî Esîd, El-Bobene, Benî Cimêl, eşîrên Hoş ên Ereb, rûspiyên eşîrên Tirkmen, Kurd û nûnerên ji pêkhateya Çeçen amade bûn.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî destpêkê geşedanên siyasî û gefên li dijî herêmê, asêbûna çarekirina krîza Sûriyê yên bi sedema siyasetên rejîmên ên çewsîner û destwerdanên derve li Sûriyê, şîrove kirin.

Elî wiha got: "Her dewletek hewl dide armancên xwe li herêmê pêk bîne, stratejiyên wê yên dûr li herêmê hene. Di herhalê de hemû şerê li dijî terorê li herêmê bi kar tînin ku rola me di vê yekê ya bingehîn e. Li pey şerê bi navê li hemberî terorê siyasetên nû li gorî berjewendiyên xwe nexşe dikin."

Elî bang li şêniyên herêmê û hêzên siyasî yên li herêmê kir ku têkildarî siyaset, bicihanîna navneteweyî li herêmê û stratejiyê wê hişyar bin û wiha domand: " Ji ber dewleta Tirk bi peymana Lozanê îqna nebû û her tim digot peymana Lozanê em têk birin, wîlayeta Heleb û Mûsil ji me standin û heta niha di parlamentoya Tirkiyê de lîreya sembolîk a Wîlayeta Heleb û Mûsil heye."

Elî destnîşan kir ku piştî 100 sal di ser peymana Lozanê re derbas bû, dewleta Tirk a dagirker hewl dide ji nû ve rewşa xwe bi rêya pêkanîna Mîsaqî Millî vegerîne û got: "Ji lew re hewl dide beriya destpêka 2023’yan û hilbijartinên Tirkiyê armancên xwe pêk bîne. Hebûna baregeha wê ya leşkerî li nêzî Mûsilê û baregeha wê ya leşkerî li nêzî Helebê nîşan dide ku armanca dewleta Tirk ne şerkirina terorê yan jî mijarên din e, ew tenê ji bo armancên xwe hincetan pêk tîne.''

Piştî axaftinan, beşdaran li ser mijarên navborî, nêrîn, pirs û bersivên xwe parve kirin.

(fr)

ANHA