Nûnertiya Kongra Star a li Başûr serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê kir

Nûnertiya Kongra Star a Başûrê Kurdistanê li Silêmanî serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê kir.

Nûnertiya Kongra Star a li Başûr serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê kir
6 hezîran, 2022   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê Leyman Şiwêş û endama Desteya Rêveber a nûnertiyê Silava Silêman li bajarê Silêmanî serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê kir. Şande ji aliyê sekretêra yekitiyê ve Kafiya Silêman ve hate pêşwazîkirin.

Her du aliyan geşedanên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê nîqaş kirin. Her wiha girîngiya yekkirina helwesta siyasî ku bikeve xizmeta gelê Kurd destnîşan kir.

Di serdanê de rola jinan hate nîqaşkirin û hate gotin ku li hemberî rêbazên qirkirinê û dagirkirinê divê jin yekitiya xwe ava bikin û destkeftiyên ku jinan li Kurdistanê bi dest xistine, biparêzin.

ANHA