Dagirkeriya Tirk li Eyn Îsayê welatiyek birîndar kir

Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Eyn Îsayê welatiyek birîndar kir. Di van kêliyan de jî malên şêniyan ên li taxa Sînaa ya navçeyê dike hedef.

Dagirkeriya Tirk li Eyn Îsayê welatiyek birîndar kir
6 hezîran, 2022   12:47
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ji navçeya Eyn Îsa ragihand ku artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de bi sûîqastê sivîlên li taxa Sînaa ya navçeyê dike hedef.

Di hedefgirtinê de welatiyê bi navê Xelîl Ebûd Ebdulxenî (50) birîndar bû. Welatiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş ya li Eyn Îsayê.

Li gorî rêveberiya nexweşxaneyê, heta vê kêliyê rewşa Xelîl Ebdulxenî baş e.

Vê sibê jî artêşa Tirk a dagirker li ser rêya M4 ya rojavayê navçeya Eyn Îsayê erebeyek kiribû hedef.

Duh jî di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Ebû Nêtûnê yê rojavayê Eyn Îsayê de 3 welatî birîndar bûbûn.

(cx)

ANHA