Luqman Ehmê: Divê tavilê rê li PDK`ê bê girtin

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê bang li hêz û partiyên kurdî kir ku li hemberî hevbeşiya PDK`ê di êrişên li dijî HPG`ê de, helwesteke cidî û zelal nîşan bidin û got: "Divê tavilê rê li PDK`ê bê girtin."

Luqman Ehmê: Divê tavilê rê li PDK`ê bê girtin
6 hezîran, 2022   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Hêzên Parastina Gel (HPG) ji 17`ê Nîsanê ve li dijî êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk a dagirker ji Avaşîn bigire û heta bi Metînayê şerekî giran dide meşandin. HPG`ê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên wan çekên kîmyewî bi kar tîne, lê dîsa jî nikare tu pêşdeçûnê pêk bîne.

PDK`ê rasterast li kêleka artêşa Tirk a dagirker beşdarî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê dibe, li ser vê yekê û xeteriya êrişan a li ser gelê Kurd û destkeftiyên wan HPG`ê hişyarî kir.

Hêzên Parastina Gel (HPG) îro bi daxuyaniyekê diyar kir, “Dema ku hêzên PDK'ê aliyê başûr ê Metînayê bigire, hingî plana dorpêçkirin û îmhakirinê ya dewleta Tirk wê temam bibe, ku li ser hêzên me ferz dike. Bi vî rengî wê PDK tevlî vê pêvajoya tunekirinê bibe. Ev plana xetere ya PDK'ê ya li ser Metînayê ji bo me tê wateya îlana şer. Ji ber ku li cihên girîng ên Serê Metîna hêzên me hene. Bidestxistina wê derê tenê bi êrişê dibe. Ev jî tê wateya destpêkirina pêvajoyeke nû ku qet ne bi dilê me ye.”

HPG`ê hişyarî da ku PDK amadekariya tevlêbûna "şerê dîrokî" yê di navbera gelê Kurd û artêşa Tirk a dagirker de dike û bang li hêzên kurdistanî kir ku berpirsiyariyên xwe bînin cih û rê li vê êrişê bigirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê ji ajansa me re axivî û got: "Şerê li Başûrê Kurdistanê di navbera HPG`ê û dewleta Tirk a dagirker de ji beriya meh û nîvekê ve ye. Ev jî isbat dike ku artêşa Tirk a dagirker ji ber berxwedana lehengane ya HPG`ê nekarî tu encaman bi dest bixe."

'PDK`Ê XWE RADESTÎ DEWLETA TIRK A DAGIRKER KIRIYE'

Luqman Ehmê destnîşan kir ku ji destpêka şer ve wan hêvî dikir ku tu aliyên kurdî hevbeşiya dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî gerîla nekin û wiha dewam kir: "Me bang kiribû ku rê li êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin û liv û tevgera HPG`ê asteng nekin. Lê dîsa jî PDK`ê banga me bi cih neanî û niha jî li kêleka dewleta Tirk a dagirker tev li şer bûye."

Ehmê helwesta PDK`ê ya dijminane şermezar kir û got: "PDK bi beşdariya xwe ya yekser di êrişan de, vîna xwe radestî dewleta Tirk a faşîst kiriye û planên wê pêk tîne."

Ehmê diyar kir ku gelê Kurd û gelên Kurdistanê dê li hemberî beşariya PDK`ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker re de bêdeng nemîne û dê dîrok vê yekê ji bîr neke.

QIRKRINA GERÎLA QIRKIRINA GELÊ KURD E

Luqman Ehmê bang li hêz û partiyên kurdî yên li Başûr kir ku bi lez li dijî hevbeşiya PDK`ê di êrişên artêşa Tirk a dagirker de, helwesteke cidî û zelal nîşan bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji ber ku ev êrişên qirkirinê ne. Qirkirina gerîla, qirkirina gelê Kurd e, ji ber ku gerîla parastinê dike û ji bo mafên gelê me yên Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê şer dike."

Ehmê da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku hêzên kurdî û kurdistanî ew ê hevbeşiya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re qebûl nekin.

Luqman Ehmê diyar kir ku PDK`ê bi kiryara xwe ya dawî, binketina xwe nîşan dide û dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê qirkirina Kurdan stratejiya xwe datîne. Ehmê anî ziman ku wan hêvî dikir ev partî li kêleka gelê Kurd ne li kêleka dijminê gelê Kurd şer kiriba, her wiha hêvî dikir ku ders ji dîroka derxistibûya.

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê di dawiyê de bang li hêz û partiyên kurdî kir ku li hemberî hevbeşiya PDK`ê ji êrişên li dijî HPG`ê helwesteke cidî û zelal nîşan bidin û got: “Divê tavilê rê li PDK`ê bê girtin.”

(eh)

ANHA