​​​​​​​300 çeteyên Tehrîr El-Şam li Şêrawayê bi cih bûn

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, nêzî 300 çeteyên ‘Heyet Tehrîr El-Şam’ derbasî gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê ya dagirkirî bûn û li eniyên şer hatin belavkirin.

​​​​​​​300 çeteyên Tehrîr El-Şam li Şêrawayê bi cih bûn
6 hezîran, 2022   12:53
ŞEHBA

Çavkaniyên herêmî ragihand ku gundên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam lê belav bûne; Şêx Eqîl, Fafirtîn û Kibêşînê ne. Çeteyan baregehên xwe li gundê Bansirwe yê di navbera Kefer Enton û herêma Darit Ize de ava kirin, her wiha li gundê Qubtan El-Cebel ê li rojavayê Helebê jî baregehek çêkir.

Li gorî heman çavkaniyan, çeteyên Tehrîr El-Şam bendeke kontrolê li rojavayê gundê Burc Silêman çêkir, baregehek li rojavayê gundê Bazêrê li ser rêya gundê Basûfanê çêkir. Çavkaniyan diyar kir ku tevgerên çeteyên Tehrîr El-Şam ên li herêmê bi navê çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ tên kirin.

Herêma dagirkirî ku tê de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam belav bûne, dikeve bin kontrola çeteyên ‘Firqet El-Hemzat’ û ‘Feyleq El-Şam’ ku piraniya wan ji Tirkmenan in. Ew yekser fermanên xwe ji MÎT’a Tirk werdigirin û komên herî zêde nêzî artêşa Tirk a dagirker in.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê dabû zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) herêmên başûr û rojavayê Efrînê ya dagirkirî kontrol dikin. Ew yek jî piştî lihevkirina bi çeteyên ‘Artêşa Nîştimanî’ û bi sponseriya dewleta Tirk a dagirker, pêk hat.

(fr)

ANHA