​​​​​​​Bulgaristan, Makedonya û Montenegroyê qada hewayî li Lavrov girt

Bulgaristan, Makedonya û Montenegroyê qada hewayî li balafira wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov girt.

​​​​​​​Bulgaristan, Makedonya û Montenegroyê qada hewayî li Lavrov girt
6 hezîran, 2022   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova diyar kir ku welatên Ewropayê yên li dora Sirbistanê (Bulgaristan, Makedonyaya Bakur û Montenegro) qada hewayî li balafira Lavrov girtiye.

Zaxarova got: "Welatên li dora Sirbistanê, destûr nedan balafira Sergey Lavrov ku biçe Sirbistanê û rêya ragihandinê girt. Heyeta Rûs ji bo hevdîtinê dê bihata Belgradê. Lê belê welatên Yekitiya Ewropayê û NATO'yê qadên hewayî girtin."

Li gorî nûçeya ajansa Înterfaxê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke dîplomatîk a Rûs, serdana wezîrê Rûs ji ber girtina qada hewayî hate betalkirin.