​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em ê heta rizgarkirina xaka dagirkirî li ber xwe bidin

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û bêdengiya navneteweyî li ser êrişan şermezar kirin. Her wiha soz da şehîd û gelê berxwedêr ku ew ê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî li hember gefan bisekinin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Efrînê: Em ê heta rizgarkirina xaka dagirkirî li ber xwe bidin
6 hezîran, 2022   12:08
ŞEHBA

Bi dehan endamên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, rûspiyên eşîr û nûnerên partiyên siyasî li qada Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn da ku tev li daxuyaniyê bibin. Beşdaran wêneyên şehîdên komkujiyên ku dagirkeriya Tirk pêk anîne, pankartên "Guhartina demografîk, avahiyên mêtingeriyê û vegerandina penaberan sûcekî li dijî gelên herêmê û dîroka wê ye" hildan.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê hevserokên Desteya Perwerdeyê ya herêma Efrînê Bêrîvan Xelîl û Subhî Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dewleta Tirk hewl dide nakokiyên navneteweyî û trajediya gelan bi kar bîne û gelê Tirk ku di nava qeyrana siyasî û aborî de ye, bê deng bike û bi komên xwe yên çekdar sûcên li dijî gelên herêmê û gelê Kurd pêk bîne. Dewleta Tirk a faşîst bi vê armancê bi deh hezaran terorîst derbasî nava xaka Sûriyê kirine. Her wiha herêmên fireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî dagirkirina bajarên Raî, Bab, Ezaz û Marê û dagirkirina Efrînê di 2018’an de ku bi sed hezaran şêniyên Kurd bi darê zorê koçberî Şehbayê bûn.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got Erdogan bi erêkirina gelek dewletên rojavayî û yên Ereban, piştî koçberkirina şêniyên Efrînê demografiya herêmê guhart. Li şûna şêniyên Efrînê çete û malbatên wan ku ji tevahî xaka Sûriyê kom kirine, bi cih kirin, avahiyên mêtingehiyê li ser erdên welatiyên Efrînê ava kirin. Lê li beramberî wê jî zêdetirî 4 salan e ku koçberên Efrînê yên di kampan de dijîn rûbirûyî ambargoyeke tund in. Careke din Erdogan gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, bi taybet Minbic û Til Rifetê. Bi vê yekê re diyar dibe ku Erdogan di siyaseta xwe ya qirkirina gelên li kampên koçberiyê de li ber xwe didin berdewam e.

Di daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku gelên Efrîn û Şehbayê yên di kampên Şehba û herêmên wê de dijîn, xeta berxwedan û rêgeza neteweya demokratîk bijartine û li dora rêveberiya xwe diçin da ku planên dewleta Tirk têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bêdengiya navneteweyî, bêdengiya dewletên garantor li Sûriyê li beramber gefên Erdogan û êrişên çeteyan li ser Şehba, Şêrawa, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi xwe re zirar û windahiyên madî û mirovî tînin, şermezar dikin. Her wiha bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî jî şermezar dikin. Em soz didin şehîd û gelê xwe yê berxwedêr ku em ê heta têkbirina gefên dagirkeriyê û rizgarkirina xakên dagirkirî li ber xwe bidin."

(fr)

ANHA