Li Ezazê serçeteyek birîndar bû

Li bajarê Ezazê yê dagirkirî mayinek bi erebeya serçeteyekî ‘Asîfet Şemal’ ve teqiya, di encamê de serçete birîndar bû.

Li Ezazê serçeteyek birîndar bû
6 hezîran, 2022   10:33
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, îro piştî nîvro li bajarê Ezazê yê dagirkirî mayinek bi serçeteyê Asîfet Şemal ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker Necim Zeîm de teqiya.

Di encama teqînê de çete birîndar bû.

Ji destpêka dagirkirina bajarên Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê yên bakurê Sûriyê ve, li van herêman rewşa ewlehiyê tevlihev e.

(cx)

ANHA