Pisporekî ewlehiyê yê iraqî li ser planên Tirkiyê hişyarî kir

Pisporekî ewlehiyê yê iraqî li ser planên dewleta Tirk a dagirker ku bi hinceta şerê li dijî PKK`ê û “belavbûna terorê li herêmê” hewl dide qadên berfireh ên xaka Iraqê dagir bike, hişyarî da.

Pisporekî ewlehiyê yê iraqî li ser planên Tirkiyê hişyarî kir
6 hezîran, 2022   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê ewlehiyê Elî El-Wailî ji Ajansa El-Malûme re wiha got: "Enqere di demên pêş de hewl dide operasyonên xwe yên leşkerî li herêmên bakurê Iraqê bi hinceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zêde bike, lê di rastiyê de ev leşker bi salan e li van herêman in û ev plan bi îdiaya ev herêm girêdayî dagirkeriya Osmanî ne, hewl dide qadên berfireh ên xaka Iraqê dagir bike."

Elî El-Wailî wiha dewam kir: "Enqere dixwaze li sêgoşeya sînorî ya Iraq-Sûriye-Tirkiyê şer derkeve da ku terorîstên piştgiriya wan dike li vê herêmê bi cih bike, pê re jî PKK`ê tesfiye bike û wan herêman bi rêya terorîstên destekê dide wan, dagir bike."

El-Wailî da zanîn ku dibe ku haya hikumeta Iraqê ji van planan tune be û wiha domand: “Berdewama bêdengiyê dê kiryarên terorîstan li herêmên derveyî vê sêgoşeyê zindî bike û ev sêgoşe jî dê bikeve bin kontrola dewleta Tirk a terorîst.”

Ji 17`ê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK`ê êrişên berfireh dibe ser Başûrê Kurdistanê.

(eh)