Şêniyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan daketin qadan

Bi sedan şêniyên Qamişloyê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan.

Şêniyên Qamişloyê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan daketin qadan
6 hezîran, 2022   10:43
QAMIŞLO

Xwepêşandanê ji pêşiya Navenda Jiyan a Covid-19 a Qamişloyê bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser, şêniyên bajêr, bajarok û gundên wê dest pê kir.

Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên PKK û PYD, Kongra Starê rakirin û sloganên "Bijî berxwedana rêber Apo û gerîla û na ji îxaneta PDK`ê re" berz kirin.

Xwepêşandêr li Çerxerêya Zeytûniyê li hemberî sînorê Tirkiyê sekinîn û li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê slogan berz kirin. Di heman demê de berxwedana gerîla û şervanan silav kirin.

Li vir endamê Komîna Şehîd Basil a Taxa Cûdî ya Qamişloyê Ebdulkerîm Ebdurehman axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê PKK’ê dike armanc, lê belê gelê herêmê jî dike hedef."

Ebdurehman diyar kir ku ji dema dewleta Tirk a dagirker hatiye avakirin, hewl dide Kurdan qir bike û vîna wan bişikîne û wiha dewam kir: "Lê ev gel bi berxwedana xwe ya bêhempa ya li Kurdistanê xaka xwe di bin gefên dagirkeriya Tirk de nahêle, ji ber ku ji rêber Ocalan fêrî felsefeya berxwedanê bûne."

Ebdurehman gefên dewleta Tirk a dagirker û hewldanên avakirina herêma "ewle" şermezar kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Divê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd û Ereb hemû planên dagirkeriya Tirk têk bibin.”

(eh)

ANHA