Artêşa Tirk li Eyn Îsayê erebeyek kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya rojavayê navçeya Eyn Îsayê erebeyek kir hedef.

Artêşa Tirk li Eyn Îsayê erebeyek kir hedef
6 hezîran, 2022   08:31
KOBANÊ

Vê sibehê artêşa Tirk a dagirker li nêzî Rawestgeha Seqir a Eyn Îsayê erebeyek topbaran kir.

Di encamê de zirar gihaşt erebeyê, lê tu windahiyên mirovî yan jî birîndarî çênebûn.

Li aliyekî din jî di encama topbarana duh a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Ebû Nêtone yê li rojavayê Eyn Îsayê de, 3 welatî birîndar bûbûn.

(fr)

ANHA