​​​​​​​Dîrokzanekî Urdunî: Hevkariya Erebî – Kurdî dê li hember gefên derve bibe bendeke asê

Nivîskar û dîrokzanê Urdunî Dr. Mihemed El-Siwêrkî teqez kir ku hevkariya Erebî – Kurdî dê li hember gef û çavnebariya derve bibe bendeke asê û destnîşan kir ku di dîrokê de Kurd û Ereb bi biratî, şaristanî û paşerojeke yekgirtî tên naskirin.

​​​​​​​Dîrokzanekî Urdunî: Hevkariya Erebî – Kurdî dê li hember gefên derve bibe bendeke asê
6 hezîran, 2022   04:29
QAHÎRA – EMANÎ EZAM

Di nava zehmetî û gefên li ser gelên herêmê de, rêjeya bangên ji bo avakirina hevbendiyekê di navbera Ereb û Kurdan de bilind dibe da ku li hember zehmetiyan, bisekinin.

Nivîskar û dîrokzanê urdunî Dr. Mihemed El-Siwêrkî der barê mijarê de wiha axivî: "Bê guman dîtina çareseriyeke baş ji doza Kurdî re li Sûriyê û Iraqê dê destekê bide xurtkirina van dewletan di warê hundirîn de di aliyê aborî û leşkerî de. Aliyên Erebî û Kurdî dê di yek rêzê de li hember gefên derve bisekinin nexasim ên Tirkiyê û Îranê."

El-Siwêrkî wiha domand: "Hin aliyên derve hene zextê li hikumeta Bexdadê dikin ku pirsgirêkan çareser neke da ku herêma Kurdî lewaz bikin. Li Sûriyê hê jî doza Kurdî bê çareserî ye. Hikumeta Şamê danûstandina bi Rêveberiya Xweser re ji bo çareserkirina pirsgirêkan di navbera herdu aliyan de, red dike. Ji ber vê yekê jî derfet ji aliyên navneteweyî re hate dayîn ku destwerdana kar û barên Sûriyê bikin."

El-Siwêrkî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Itîrafa dewleta Sûrî û Iraqî bi mafên Kurdan di destûrê de û li ser erdê dê hêzê bide herdu dewletan. Dê derfetê nede dewletên derve nexasim Îran û Tirkiyê ku destwerdana kar û barên wan ên hundirîn bikin. dê Tirkiyê neçar bike ku hêzên xwe ji axa dagirkirî ya Sûriyê û ji baregehên li bakurê Iraqê vekişîne. Her wiha wê neçar bike ku para Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Dicel û Firatê li gorî peymanên hatine îmzekirin, bide."

El-Siwêrkî destnîşan kir ku heger ev dewlet li gorî rêbazên demokratîk, qebûlkirina pirrengiyê û rêzgirtina mafên mirovan pirsgirêka Kurdan çareser bikin, dê ber bi avakirin û xweavakirinê ve biçin û rê li ber destdirêjiyên derve yên li ser axa wan bigirin.

Nivîskar û dîrokzanê Urdunî Dr. Mihemed El-Siwêrkî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Di dîrokê de Kurd û Ereb bi biratî, şaristanî û paşerojeke yekgirtî tên naskirin. Ev hêviya hemû Kurdan û Ereban xwedî şeref in ku yekitiyeke rastîn pêk were û li pêşiya gefên derve bibe bendeke asê."

(bx)

ANHA