ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-6-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-6-2022`YAN
4 hezîran, 2022   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan şehîd Kesra Melek û Mizgîn Botan li Goristana Şehîd Delîl Seroxan a bajarê Qamişlo oxir dike saet 09:00`an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên şehîdan ên bajarê Minbicê, ji Kurd û Ereb, teqez kir ku wê li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmên ku bi saya zarokên wê jinûve ji terora DAIŞ`ê hatine rizgarkirin xira bikin, bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Edîtorê rojnameya California Queer a Ermenî Harût Sasoniyan diyar kir ku eger seknek çênebe dê Erdogan deverên din li herêmê dagir bike û gelên wê tune bike. Harût Sasoniyan daxwaz ji gelên herêmê kir ku li dijî dewleta Tirk hevbendiyekê li dijî Erdogan ava bikin. (BI WÊNE)

-Binkeftina “Komîteya Destûrî" tevî lidarxistina civîna 8`an berdewam dike. Dr. Semîra Mibyed ku beşdarbûna xwe di civînên komîteyê de taloq kiriye, hişyarî da ku dê ev komîte encamên xirab derxe nemaze çêkirina deverên bi heman rengî ji aliyê bîrdorî yan jî netewperewstî yan jî mezhebî ve berovajî binesaziya civaka Sûriyê. Her wih ku aliyên komîteyê nikarin destûrekî nû û avakerê dewleta hemwelatîbûnê bo Sûriyê ava bikin.(BI WÊNE)

-Dewleta Tirk bi rêya êrişên domdar ên li ser PKK'ê xwest vîna Kurdan têk bibe, lê ev partiya ku di 1978'an de xwe îlan kiriye xurtir û birêxistintir bû û piştevanên xwe jî zêde bûn.(BI WÊNE)

-Xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî zêde dibin, Xiyas Neîsa ev xwepêşanda bi diyareke ecêb a gel li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk bi nav kir ku hovantirîn cureyên kuştinê pêk anîn û careke din gefa dagirkirina herêmên Sûriyê dixwe. Her wiha Neîsa banga yekkirina têkoşînên sûriyan, li ser bingeha têkoşîna li herêmên Rêveberiya Xweser ta serkeftin pêk were, kir. (BI WÊNE)

-Rûspiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar kir ku ji ber têkçûyîna dewleta Tirk li hember gerîlayan, dewleta Tirk careke din berê xwe dide herêmê û got: “Dixwaze herêmên din dagir bike û pê re bêhtir avahiyên mêtingeriyê ava bike.” (BI WÊNE)

KURDISTAN

-Rojnamevanê Kurd Sînan Cûdî diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer li dijî gelê Kurd pêk tîne, çekên qedexekirî bikar tîne û divê were darizandin. Her wiha destnîşan kir ku yên destek li dijî kurdan dane Sedam Husên ew bi xwe ne yên destekê didin Erdogan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Komîteya ewlehî û parastinê ya Parlementera Iraqê behsa avakirina komîteyekê li Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê kir. Li gorî çavdêran rewşa giştî ya  Lîbyayê vegeriya çargoşeya parçebûnê li ser esasê siyasî û qanûnî. Ev jî di nava hebûna du hikumetên dijber li ser rêvebirina rewşên welat de, hate kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Bi boneya Roja Hawîrdorê ya Cîhanê, Gerînendetiya Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê saet 10:00`an daxuyaniyek dide û dê karmendên gerînendetiyê xelat bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Herêmî ya Hawîrdorê û Gerînendetiya Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê li navenda Mihemed Şêxo panelek bi navnîşan “Hawîrdora me difetise hûnê kengî bilivin” saet 18:00`an li dar dixe.

ANHA