Saziya Êzidîna ji bo zarokên qurbaniyên şer komxebatek li Qamişlo li dar xist

Bi armanca piştgiriyê bidin zarokên ji ber şer û aloziya Sûriyê zirar dîtine, xebatên tendursitiyê ji wan re pêşkêş bikin, Saziya Êzidîna bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê komxebatek ji zarokên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Dêrazor, Hesekê û Qamişlo re li bajarê Qamişloyê vekir.

Saziya Êzidîna ji bo zarokên qurbaniyên şer komxebatek li Qamişlo li dar xist
Saziya Êzidîna ji bo zarokên qurbaniyên şer komxebatek li Qamişlo li dar xist
Saziya Êzidîna ji bo zarokên qurbaniyên şer komxebatek li Qamişlo li dar xist
Saziya Êzidîna ji bo zarokên qurbaniyên şer komxebatek li Qamişlo li dar xist
Saziya Êzidîna ji bo zarokên qurbaniyên şer komxebatek li Qamişlo li dar xist
4 hezîran, 2022   16:22
QAMIŞLO

Bi boneya Roja Zarokên Qurbaniyên Şer ku 4`ê Hezîranê ye, Saziya Êzidîna bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê komxebatek li hola Zana ya Qamişloyê li dar xist.

Komxebat bi armanca piştgirî ji zarokên qurbaniyên şer û aloziya Sûriyê re bê dayîn û xebatên tenduristiyê ji wan re bên pêşkêşkirin, bi navnîşan “Kulîka Zeytûnê” hate lidarxistin. Endamên Heyva Sor a Kurd, Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê û nexweşxaneya dil û çav tev li komxebatê bûn.

Li gorî saziyê zarokên ku dê destekdayîn ji wan re were pêşkêşkirin ji herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Dêrazor, Hesekê û Qamişlo bin. Dê dermankirina piskolojîk û fîzîkî ji wan re were pêşkêşkirin her wiha organên çêkirî, çû, kursî û ava meşê ji wan re bê pêşkirin.

Di komxebatê de hevserokê Heyva Sor a Kurd Hesen Emîn spasiya saziya Êzidîna kir ku û wiha axivî: "Em bi hêvî ne ku ev çalakî sûdê li hemû zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ku rastî kirinên xirab hatine."

Emîn teqez kir ku Heyva Sor a Kurd amade ye ku destekdayîna tenduristî û alîkarî pêşkêşî zarokan bike, her wiha behsa armancên damezirandina Heyva Sor a Kurd kir û got: "Heyva Sor a Kurd rêxistineke mirovî ya tenduristî ye û ne girêdayî hikumetê ye. Di qada tenduristiyê û alîkariyê de ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hemû xebatên tenduristiyê û derman bê pere pêşkêş dike."

Paşê serokê Beşa Bijîşkan a Nexweşxaneya Dil û Çav Mihemed Elî Ebdî jî wiha axivî: "Ev şer bandor li zarokan kir ku ji perwerde û fêrkirinê qut bûn. Bi alîkarî û hevgirtina me em ê xebatên tenduristiyê û dermanan ji zarokan û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş bikin."

Cîgira Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwîş spasiya hemû alî û rêxistinên mirovî kir ku destekê didin mafên zarokan li herêmê û ev tişt anî ziman: "Bi vê boneyê em ji cîhanê û aliyên navneteweyî re dibêjin ku zarokên me qurbanê vî şerî û êrişên dewleta Tirk in. Bi sedan zarokên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber êrişên dewleta Tirk zehmetî dîtin û dibînin."

Bêrîvan Derwîş bang li rêxistinên hiqûqî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

Koordînatorê Têkiliyan a Rêveberiya Kampa Waşûkanî Riyad Ebdurezaq anî ziman ku praniya zarokên astengdar qurbaniyên şer in û ji rêxistinên navneteweyî xwest ku erka xwe pêk bînin û destekê ji zarokan re pêşkêş bikin.

`PÊŞKÊŞKIRINA XIZMET Û ÇARESERIYAN`

Mudîrê Saziya Êzidîna Elî Îso jî online tev li komxebatê bû û behsa armanca ji binavkirina projeya "Kulîka Zeytûnê" kir û wiha axivî: "Wateya rast a vî navî; aştî û hevgirtina di navbera hemû pêkhateyan de ye."

Îso teqez kir ku yên herî zêde zirarê ji şerê li herêmê dibînin zarok in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em rêxistinên Civaka Sivîl hewl didin hemû xizmet û çareseriyan bi rêya însiyatîfên tenduristî û alîkariya yekalî pêşkêş bikin."

Di dawiyê de Saziya Êzidîna diyarî li zarokan belav kir.

(bx)

ANHA