HPC`ê: Şerê gel ê şoreşgerî rêbaza serkeftinê ye

Şêniyên navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê û pêkanîna armancên şoreşê ye. Her wiha di civîna HPC`ê de hate diyakririn ku xweparastina ji îradeya pêkhateyan yekane rê ye da ku dagirkerî ji axê bê derxistin û herêmê ji terorê bê parastin.

HPC`ê: Şerê gel ê şoreşgerî rêbaza serkeftinê ye
HPC`ê: Şerê gel ê şoreşgerî rêbaza serkeftinê ye
HPC`ê: Şerê gel ê şoreşgerî rêbaza serkeftinê ye
HPC`ê: Şerê gel ê şoreşgerî rêbaza serkeftinê ye
HPC`ê: Şerê gel ê şoreşgerî rêbaza serkeftinê ye
4 hezîran, 2022   18:19
QAMIŞLO

Hêzên Parastina Civakê (HPC) li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo civînek ji endam û şêniyan re lidar xist. Di civînê de behsa girîngiya xurtkirina pîvana erka xweparastinê li gorî rêgezên şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastina herêmê ji êrişan, hate kirin.

Şerê gel ê şoreşgerî berxwedana gel a li gorî rêgezên erka xweparastinê ye, da ku li hember êrişên dagirkerî û dijminanî bisekine, serkeftinê pêk bîne, tê de gel û pêkhate dibin yek da ku bighêjin serkeftinê.

Civîn li hola Siyahî ya bakurê navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin. Di civînê de ji rêveberên HPC`ê ya herêma Cizîrê Luqman Edhem axivî û behsa girîngiya erka xweparastinê, girîngiya wê ji bo pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî kir da ku li hember êrişên derve bisekinin.

Edhem wiha berdewam kir: “Êdî Şoreşa Rojava destkeftiyan ji hemû gelên herêmê re bi dest dixe. Hevgirtina pêkhateyan hemû êriş têk bir û terorîst jî bi bin ketin, her wiha dikarin dagirkeran ji xaka dagirkirî, derxin.

Luqman Edhem destnîşan kir ku rêber Ocalan banga xweparastinê kiriye û divê hemû bizanin ku xweparastin, bîngeha parastina nirxên şoreş û îdradeya pêkhateyan e.

Endamên HPC`ê ku tev li civînê bûne, destnîşan kirin ku wan ji bo parastina axê û gel çek rakirine û teqez kiirn ku şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê ye.

Munteha Xelîl destnîşan kir ku xweparastina li gorî rêgezên rêber Abdullah Ocalan, rêbaza sekna li hember hemû êrişan e.

Munteha Xelîl wiha domand: "Dewleta Tirk gefan li me dixwe ku dê êrişî me bike. Lê em dikarin bi îradeya xwe li hember wan bisekinin. Îradeya ku em bi israr dibêjin, ax ya me ye û parastina wê erkeke pîroz e û divê hemû pêk bînin.”

Munteha piştrast kir ku her kes berpirsê parastinê ye, divê pisporiyê di xweparastinê de li gorî rêgezên wê bigirin û bi vê yekê tu hêz nikare wan têk bibe.

Endama HPC`ê Necah El-Qeso jî diyar kir ku ew amade ne parastina xaka xwe bikin.

Her wiha Necah El-Qeso anî ziman ku xweparastin rêbaza serkeftin û parastina destkeftiyên şoreşê, nirxên wê û wefedariya ji şehîdan re ye.

(bx)

ANHA